18:05 11 Kanûn 2017
Zindî
    Ahenga piştgiriya referandûma serxwebûnê li Dihokê - 16 Îlon 2017

    Kurdên bajarên Tirkiyeyê ji bo referanduma serxwebûnê berê xwe didin Kurdistanê

    © REUTERS/ Ari Jalal
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Kurdên bajarên Tirkiyeyê yên wekî Amed, Riha, Êlih, Mêrdîn û Şirnexê ji bo kelecana referanduma serxwebûnê berê xwe didin Herêma Kurdistanê.

    Kesên ku dixwazin ji wê roja dîrokî re bibin şahid ji niha ve cihê xwe li şîrketên otobusan veqetandine û çaverê ne ku berî bidin ber bi dergehê Îbrahîm Xelîl, rayedarê kompanyayên otobusan dibêjin her ku îradeya pêkanîna referandumê bi hêz û zelal dibe, rezervasyonên me jî, ji bo 23 — 24 û 25ên vê mehê zêdetir dibin.

    Rayedarê Kompanyaya Ozdiyarbakirê Şaban Dogmuş got "Rojê du seferên me ji bo Herêma Kurdistanê hene, ji roja înê wê de, otobusên me yên ku diçine Hewlêrê tije ne, her kes cihên xwe veqetandine, ji niha ve tevgerek mezin heye ji bo çûyîna Kurdistanê."

    Li Xana Hesen Paşaya dîrokî Mehmûd Bozarslan ê rojnamevanê ku bi salan e di nav kurdên Tirkiyeyê de gelek lêkolînên civaknasiyê kirine, rûniştiye û ji me re dibêje, ev pêvajoyeke wisa ye, ku hemû kurd li dorâ wê civiyan e, tevî ku dîtinên wan yên siyasî ji hev cudabin jî.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Parlamentoyê qanûna referandum a serxwebûnê qebûl kir
    ‘Referandum ji bo serxwebûna Kurdistanê ye'
    McGurk: Li gorî me referandum ne fikreke baş e
    Ji Kurdistanê bo Îranê: Referandum û serxwebûn mafekî xwezayî ye
    Nêçîrvan Barzanî: Referandum mafê xelkê me ye
    Etîketan:
    Kurdên Tirkiyeyê ji bo referandumê berê xwe didin Kurdistanê, Referanduma serxwebûna Kurdistanê, Tirkiye, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de