02:34 28 Gulan 2018
Kurden, Referendum für Unabhängigkeit (Archivbild)

‘Kerkûk Quds û dilê Kurdistanê ye û dê her wilo bimîne'

© AFP 2018 / SAFIN HAMED
Kurdistan
Lînkê kurt
Êrişa li ser Kerkûkê (43)
0 20

Waliyê Kerkûkê Necmedîn Kerîm li Kerkûkê di ahenga piştgiriya referandumê de axivî û ragihand ku dê 25ê Îlonê îspat bibe bê Kerkuk axa Kurdistanê ye an na?

Necmedîn Kerîm li Kerkûkê di karnavala piştgiriya referandumê de got: "Kerkûk Quds û dilê Kurdistanê ye û dê her Kurdistan bimîne. 25ê Îlonê em ê îsbat bikin ku Kerkûk axa Kurdistanê ye."

Kerîm di berdewamiya axaftina xwe de got: "Kerkûk Quds û dilê Kurdistanê ye û dê her Kurdistan bimîne. Hatina we ya vê derê, careke din Kurdistanîbûna Kerkûkê nîşanî hemû dinyayê da. Roja 25ê Îlonê roja çarenûsa xelkê Kurdistanê û roja çûna bo referandumê ye. Ji ber vê careke din ji hemû dinyayê re îsbat bikin ku ev ax, axa Kurdistanê ye."

Walî Kerîm di dirêjiya axaftina xwe de got: "Bi saya pêşmergeyên me yên qehreman û şehîdên ku xwîna xwe bexşandin, kurd, tirkmen, ereb, kildan û aşûr li vî bajarî bi silametî û di xweşiyê de dijîn. Gelê xwişk û birayên Kerkûkê, em bi hev re herin ser sindoqan."

Mijar:
Êrişa li ser Kerkûkê (43)

Bi heman mijarî:

Kosret Resûl: Dê Pêşmerge Kerkûk biparêze
Parlamenterê AKPê: Biryara referandumê ne şaş e û Kerkûk di destê kurdan de be baştir e
'Piştî referandûmê divê Kerkûk bibe xwediyê statuyeke taybet'
Referandûm ji sedî 90 amade ye: Buroyên Mûsil, Kerkûk û Xaneqînê vedibin
Ji walî bo NY: Kerkûk jî tevlî referanduma serxwebûnê dibe
'Bexda dizanîbû Kerkûk ne aîdî wan e, lewma ti xizmet nekirin'
Etîketan:
Referanduma serxwebûna Kurdistanê, Waliyê Kerkûkê, Necmedîn Kerîm, Kerkûk, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de