02:26 20 Nîsan 2018
    Serokomarê Iraqê Fûad Masûm

    Zebarî: Ebadî nehişt ku Serokomar Mehsûm beşdarî civîna NYyê bibe

    © AFP 2018 / JACQUES DEMARTHON
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezîrê berê yê Iraqê Endamê Polîtburoya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Hoşyar Zebarî ragihand ku Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî rêgirî li beşdarbûna Civata Giştî ya NYyê ya Serokomar Fûad Mehsûm kiriye.

    Zebarî li ser hesabê xwe yê Twitterê got ku Serokwezîrê Şîe, Ebadî rêgirî li Serokomar Mehsûm ê Kurd kiriye da ku beşdarî civîna Civata Giştî ya Netewên Yekgirtî nebe.
    Li gor daxuyaniya Nivîsgeha Ragihandina Serokomarê Iraqê, ji ber ragihandina destpêşxeriyekê ji bo bidawîanina nakokiyan di navabera Hewlêr û Bexdayê de, Mehsûm red kiriye beşdarî civîna NYyê bibe.

    Zebarî herwiha got, "Desthilata Serokomarê Kurd Dr. Fûad Mehsûm ewqas nîn e, diviyabû ew beşdarî civîna NYyê biba, lê ji aliyê serokwezîrê Şîe Ebadî rêgirî lê hatiye kirin."

    Bi heman mijarî:

    ‘Amerîkayê li Sûriyê baregeha Zekîf radestî Rûsyayê kir’
    Li Meksîkayê erdhejeke gelekî dijwar çêbû
    Erdogan: Em Hewlêrê vedixwînin ku dev ji hewildana referandûmê berde
    Macron: Fransa bi taybet ne li dijî serxwebûna Kurdan e
    Rûsya: Herî zêde êrîş ji HSDê tên ser artêşa Sûriyê
    Behrem Salih: Bê dudilî dibêjim, ‘Belê’ bo serxwebûnê
    Şêwirmendê Parlamena Kurdistanê: Piştî referandûmê em konfederasyonê pêşniyar dikin
    Başûr û Rojava dikarin li hember Tirkiyeyê hêzên xwe bikin yek
    Etîketan:
    Irak, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de