16:27 25 Hezîran 2018
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê daxwaza alîkariyê kir

© AP Photo / SAFIN HAMED
Kurdistan
Lînkê kurt
0 20

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî peyamek ji karnavala Washîngton a piştgiriya referanduma serxwebûna Kurdistanê re şand.

Karnavala piştgiriya referanduma serxwebûna Kurdistanê li Washîngtonê li nêzî Qesra Spî û baregeha Kongreya Amerîkayê hat sazkirin. Têde ji xeyrî revenda kurdî ya li Amerîkayê, dostên gelê kurd û Kurdistanê jî beşdar bûn. Barzanî ji karnavalê re peyamek şand û daxwaza alîkarî û piştgiriya referanduma serxwebûnê kir.

Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Amerîkayê Beyan Samî Ebdurehman peyama Barzanî xwend. Beyan di peyamê de got: "Biryara encamdana referanduma serxwebûnê mafekî xwezayî û yasayî yê gelê me ye. Amerîka dost û hevpeymanê me ye di şerê li dijî terorê de. Ev dostanî divê rengvedanê bide di prensîp û nirxan de."

Beyan Samî Ebdurehman di xwendina peyama Barzanî de got: "Gelê me weke gelê Amerîka û her gelekî din di cîhanê de hawar dike bo azadî û demokrasî û serxwebûnê. Encamdana referanduma serxwebûnê li dijî ti yasayeke îlahî û mirovî nîne. Pêwîste ciha rêz li îradeya xelkê Kurdistanê bigire."

Bi heman mijarî:

Barzanî pêşwaziya şandeyeke Erebistana Siûdî kir
Ji Barzanî derheqê Heşdî Şabî û plana alternatîv de daxuyaniyek girîng
Barzanî: ‘Dijayetiya biryara referandûmê binpêkirina prensîbên cîhanê ye’
Erdogan bertek ji daxuyaniya Barzanî re nîşan da: Em biryara dawî 22yê Îlonê didin
Barzanî bersiva alternatîvan da: Referandûm tê kirin, guh nedin ti kesî!
Barzanî li Zaxoyê: Mebesta wan tenê paşxistin be, referandûm nayê paşxistin
Etîketan:
Referanduma serxwebûna Kurdistanê, Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî, Amerîka, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de