06:27 22 Mijdar 2017
Zindî
    Ala Kurdistanê

    'Alternatîva NYyê bo referandûmê, betalkirina referandûmê û alîkariya di diyalog de ye'

    © AP Photo/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (306)
    0 213 0 0

    Neteyweyên Yekbûyî pêşniyarek pêşkêşî Serokê Herêma Kurdsitanê kir ku dest ji referandûmê berde û soz da ku alîkariyê di diyalogê de bike daku kêşeyên navbera Bexda û Hewlêrê de herî zêde di nava sê salan de bên çareserkirin.

    Li gorî nûçeya AFPê, nûnerê NYyê li Iraqê Jan Kubis roja pêncşemê belgeyek daye Barzanî.

    Ew belgeya ku nûnerê NYyê pêşkêşî Serokê Herêma Kurdistanê kiriye, dibêje ku "hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Bexdayê dest bi diyalogeke mişe, birêkûpêk û bêmerc bikin."

    Herwiha pêşniyar NYyê ew ku di van diyalog û gotûbêjan de karnameyeke vekirî daku rêyên çareserkirina kêşeyan navbera herdû aliyan bên peydakirin û şêwaza têkiliya navbera herdû aliyan bê diyarkirin.

    Di nûçeyê de tê diyarkirin ku divê herdû alî gotûbêjên xwe di nava du an sê salan de bi dawî bikin û dikarin alîkariya ji NYyê bixwazin ku dê di şûna raya giştî ya cîhanê de alîkariya wan di gotûbêjan de jî bike û di sepandina encamên wan gotûbêjan de jî.

    Ji aliyê din ve, belge dixwaze ku Herêma Kurdistanê dest ji referandûmê berde û pêk neyêne û NYyê dê Encûmena Ewlekariyê dê sepandina wê rêkeftinê bişopîne.

    Mijar:
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (306)

    Bi heman mijarî:

    Însîyatîfa Piştgirîya Referandûma Serxwebûnê dixwaze bi Erdogan re hevdîtin bike
    Spanyayê astengî li beriya referandûma serxwebûnê ya Katalonyayê derxist
    Ji bo ‘referandûma serxwebûnê’ amadekariya dengdana elektronîk
    Ciwanên kurd ji bo referandûma serxwebûnê dimeşin Hewlêrê
    Li Ewropayê festîvaleke mezin a referandûma serxwebûnê tê lidarxistin
    ‘Referandûma Serxwebûnê’ bi kampanyayên rengîn tê pêşwazîkirin
    Etîketan:
    Mesûd barzanî, Jan Kubis, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de