12:36 20 Mijdar 2017
Zindî
    Afîşên Referandûma Serxwebûna Kurdistanê ya 25ê Îlona 2017an

    Encûmena Bilind a Referandûmê îro alternatîva McGurkî gotûbêj dike

    © REUTERS/ Ako Rasheed
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (306)
    0 25 0 0

    Biryar e, îro Encûmena Bilind a Referandûma Herêma Kurdistanê saet 03:00ê piştî nîvro li Hewlêrê bicive. Tê pêşbînîkirin, di civînê de li gel alternatîva Neteweyên Yekbûyî, Amerîka û welatên mezin, çend mijarên din jî gotûbêj bike.

    Endamê Encûmena Bilind a Giştpirsiyê Sadiq Cebarî ji ragihand ku dê di civînê de çend mijarên sereke werin nirxandin ku yek ji wan jî mijara alternatîva referandûmê ye ku Nûnerê Serokê Amerîkayê ya Hevpeymaniya Navdewletî Brett McGurk û nûnerên Neteweyên Yekbûyî û Brîtanyayê pêşniyar kiribû.

    Li gorî nûçeya Rûdawê, Cebarî daye xuyakirin ku bi biryara Parlementoya Iraqê ya bidûrxistina Parêzgarê Kerkûkê mijareke giring e û dê di vê civînê de were nirxandin û wiha gotiye "Ev mijar li ba Encûmena Bilind a Giş giring e, ji ber ku Necmedîn Kerîm nûneriya hemû kurdan dike li Kerkûkê."

    Mijar:
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (306)

    Bi heman mijarî:

    Îsraîlê dîsa bangî Amerîkayê kir: Piştgiriya dewletbûna Kurdistanê bike
    Serokê Parlementoya Kurdistanê: Referandûma niha dê herêmê ber bi nearamiyê ve bibe
    Parlementoya Kurdistanê pêncşemê dê bersiva parlementoya Iraqê bide
    Ebadî ji Kurdistanê daxwaza şandina heyeteke nû kir
    Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu li Arjantinê ji bo Kurdistanê bangî cihanê kir
    Etîketan:
    Sadiq Cebar, Amerîka, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de