20:39 18 Mijdar 2017
Zindî
    Artêşa Iraqê - Operasyona Telaferê

    'Artêşa Iraqê berê xwe dide deşta Nînewayê'

    © AFP 2017/ MOHAMED EL-SHAHED
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 97 0 0

    Hêzên Artêşa Iraqê berê xwe daye seranserê deşta Nînewayê ya ku dikeve nav herêmên nakok de ku 400 km li bakurê Bexdayê dikeve.

    Li gorî medyaya erebî ku nûçeya xwe dispêre ajansa DPAya almanî, Artêşa Iraqê li deşta Nînewayê leşkerên xwe şandine wê derê daku rê li ber wê yekê bigirin ku raheşî û alozî di navbera hêzên Pêşmerge û Heşdî Şeibî de derkevin.

    Herwiha hat ragihandin ku Hêzên Piyade yên Firqeya 6an a Artêşa Iraqê dê bo tevahiya deşta Nînewayê bên şandin û dê li rex lîwaya 30î ya Heşdî Şeibî cihê xwe bigire.

    Di medyayê de hatin gotin ku Artêşa Iraqê dê têkeve rewşa amadebaşiyê de daku nehêle ku ti bûyerên nexwestî di navbera Hêzên Pêşmerge û Heşdî Şeibî de çêbibin li ser wan taldeyên axîn ku dihesibin sînorê nû yên Kurdistanê û Parêzgeha Nînewayê.

    Hêjayî gotinê ye ku daxuyaniyeke fermî ji ti alî de derbarê vê tevgerê de nehatiye dayîn.

     

    Bi heman mijarî:

    Kurdistan: Welatiyên li herêmên Heşdî Şeibî di bin fişarê de ne
    Li bajarê Hanoverê konferansa aborî ya Kurdistan û Almanyayê
    ‘Kurdistan ji bo ti welatî nabe gef'
    ‘Kurdistan dê bibe endamê FIFAyê'
    Kurdistan amadehiya destûra nû ya ji bo dewleta serbixwe dike
    Herêma Kurdistan û Îranê 2 protokol îmze kirin
    Etîketan:
    Heşdî Şeibî, Pêşmerge, Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de