12:35 20 Mijdar 2017
Zindî
    Kurdistan

    Mele Bextiyar: Misogeriyê navdewletî tine bin, em alternatîvê red dikin

    © REUTERS/ AZAD LASHKARI
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 42 0 0

    Endamê Polîtburoya Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK)Mele Bextiyar duh şemiyê ragihand ku pêwîst e, misogeriyên navdeletî hebin ku Bexdayê pabend bikin daku ew referandûm bi paş de bixin.

    Piştî ku Mele Bextiyar beşdarî civîna "demokrasî û mafê çarenûsê" ya li Silêmaniyê bû, daxuyaniyek da rojnamevana û got: "Di nava du rojan de em dê bi serkirdayetiyên kurdistanî re bicivin daku alternatîva dewletên mêzin pêşkêş kiriye nîqaş bikin. "

    Herwiha rayedarê kurd axiftina xwe wiha dewam kir: "Eger ew alternatîva referandûmê ne ji aliyê Neteweyên Yekbûyî û raya giştî ya navdewletî ve misogerîkirî bin, em dê wê ref bikin."

    Mele Bextiyar di axiftina xwe de diyar kir ku nerîna YNKê ew e ku alternatîveke nû wergirin.

    "MEQAMA SEROKATIYA BINGEHÊ ŞIRÎKATIYA ME Û IRAQÊ YE"

    Derbarê hewldanên jierkbidûrxistina Serokê Iraqê yê kurd Fûad Masûm jî, Mele Bextiyar wiha got: "Meqamê serokatiyê, bingehê şirîkatiya navbera me û Iraqa erebî de ye."

    Mele Bextiyar destnîşan kir ku biryarên li parlementoya Iraqê hatine dayîn li dijî peymanên îmzekirî ne û wiha got: "Em niha bi hêminî bersiva wan kiryarên ne nesiyasî û neaqilane didin. Delîla wê jî ku em heta niha behsa referandûmê dikin".

     

    Bi heman mijarî:

    Mela Bextiyar: YNK`ê bi hemû hêza xwe piştevaniya her çar beşên Kurdistanê dike
    Mele Bextiyar: ‘Divê PYD û PDK lihev bikin'
    Mele Bextiyar: Leşkerên tirk serweriya Iraqê binpê dikin
    YNK: ‘Mela Bextiyar, Demirtaş û Muslim dê li Îtalyayê bicivin’
    Mele Bextiyar û Hêro Ehmed ji ber vîzeyê nikarin biçin konferansa Dêrsimê
    Mela Bextiyar: "Şingal jî û Kerkûk jî axa Kurdistanê ye"
    Mele Bextiyar: Cihê çareserkirina pirsgirêkan Bexda ye
    Muslim û Bextiyar banga civîna Kongreya Neteweyî kirin
    Etîketan:
    Mele Bextiyar, Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de