12:36 20 Mijdar 2017
Zindî
    Penaber- koçber

    Tirkiyeyê koçberên herêma Kurdistanê şandin Idlibê

    © REUTERS/ OGNENTEOFİLOVSKİ
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 12201

    Hejmarek koçberên herêma Kurdistanê ku xwestibû bi rêya Tirkiyeyê biçin Ewropayê, lê li ser sînorê Romaniyayê hatibûn girtin, ber bi Idliba Sûriyeyê ve hatine şandin û niha jî gihiştine bajarê Efrînê yê Rojavayê.

    Li gorî nûçeya Rûdawê, Koçberên ku dixwestin xwe bigihînin Ewropayê, rojên pir zehmet di rê de derbas kirine. Koçber dibêjin, ji aliyê cendirmeyên Tirkiyeyê ve hatine îşkencekirin û sivikatî bi wan hatiye kirin, tevî ku cendirmeyan zanîbûne ew xelkê herêma Kurdistanê ne, lê ew şandine Idlibê. Niha ew dixwazin ji Efrînê bi rêya Minbicê xwe bigihînin Herêma Cezîrê, ji bo ku bi rêya deriyê Sêmalka derbasî herêma Kurdistanê bibin.

     herwiha li gorî nûçeyê, hejmara van koçberan zêdetirî 130 kes in, zarok jî di nav wan de hene, 5 rojan li Tirkiyeyê desteserkirî mane, bajar bi bajar hatin gerandin, heta ku ew gihandine deriyê Bab El Hewa yê Idlibê.

    Koçberên herêma Kurdistanê li gundê Qitmê yê Efrînê li dibistanekê hatin bicîkirin, rêxistinên sivîl yên bi ser Birêveberiya Xweser ve yekser alîkariyên destpêkî pêşkêşî wan kirin,

    Bi heman mijarî:

    Baydemir: Gelo dixwazin li Herêma Kurdistanê jî qeyûm werin tayînkirin
    ‘Fransa ne li dijî referanduma serxwebûna Kurdistanê ye'
    Mehmûd Osman: Divê McGurk di referandûma Kurdistanê de bêalî be
    Eşerq Elewset: Berî referandûma serxwebûnê, aboriya Kurdistanê ber bi başiyê ve diçe
    Îsraîl çima piştgiriya fikra serxwebûna Kurdistanê dike?
    Etîketan:
    Romanya, Tirkiye, Efrîn, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de