10:31 20 Îlon 2017
Zindî
    Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî

    Barzanî pêşwaziya şandeyeke Erebistana Siûdî kir

    © AP Photo/ Uncredited
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 8310

    Şandeyeke payebilind a Erebistana Siûdî serdana Serokê Herêma Kurdistanê kir û tevî gihandina silava Şahê Erebistanê, bal kişandin ser bipêşdexistina pêwendiyên navbera Erebistana Siûdî û Herêma Kurdistanê.

    Duh êvara 16ê Îlona 2017an li Pîrmamê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwaziya Wezîrê Dewleta Şahnişîna Erebistana Siûdî bo Karûbarên Kendavê Tamir Sebhanî kir.

    Li gor daxuyaniya malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê, Tamir Sebhan rêz û silavên Şah Selman û cînişînê şahê Siûdiyeyê ji Mesûd Barzanî re ragihandiye û rêz û pêzanînên welatê xwe jî ji bo gelê Kurdistanê û hêzên Pêşmerge nîşan daye.

    Sebhan bal kişandiye ser berdewamî û pêşxistina dostaniya dêrîn a navbera Erebistana Siûdî û Kurdistanê û amadebûna welatê xwe bo navbeynkarî û zemînsaziya gotûbêja ji bo çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê nîşan daye.

    Li hember wî Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêzanînên xwe û gelê Kurdistanê bo helwest û giringîdana Şah Selman û cînişînê şahê Siûdiyeyê derbiriye. Herwiha bal kişandiye ser pêwendiyên dîrokî yên navbera Erebistana Siûdiyê û Kurdistanê û diyar kiriye ku Herêma Kurdistanê ti car derî li ber diyalog û gotûbêjan negirtiye.

    Bi heman mijarî:

    Kurz: Em li hember kirinên Tirkiye û Erebistana Siûdî bêdeng namînin
    Piştî 27 salan cara yekem Iraq û Erebistana Siûdî deriyê sînor vedikin
    Tillerson piştî serdana xwe yê Qeterê çû Erebistana Siûdî
    PYD: Em bi Erebistana Siûdî û welatên Kendavê re neciviyan
    Erebistana Siûdî: Destûr neda leşkerên Tirkiyeyê
    Çavuşoglu bi balyozê Îmarat û Erebistana Siûdî re krîza Qetarê nirxand
    DAIŞê gef li Erebistana Siûdî xwar: Dê dora we jî bê
    Etîketan:
    Mesûd Barzanî, Kurdistan, Erebistana Siûdî
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de