21:50 25 Îlon 2017
Zindî
    YNK - Mela Bextiyar - Kosret Resûl - Sedî Pîre

    Cîgirê Serokê YNKê Berhem Salih ji bo tevlî hilbijartinan bibe partiyek ava kir

    © Foto: Malpera fermî ya YNKê
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 127 0 0

    Cîgirê Serokê YNKê yê Mam Celal Talebanî Behram Salih ji bo tevlî hilbijartinên pêş ên Herêma Kurdistanê bibe partiyeke nû ava kir.

    Li gorî çavkaniyên herêmî, îro danê sibehê nûnerê Berhem Salih Kerîm Behrî di civîneke çapemenî de ragihand ku wan ji bo hilbijartinan hevpeymaniyek ava kirine û navê wê jî di Komîsyona Hilbijartinan de tomar kirine.

    Kerîm Behrî di berdewamiya axaftina xwe de got: "Piştî ku hevpeymaniya wan ji aliyê Komîsyonê ve hat pesendkirin wê serokê hevpeymaniyê Berhem Salih peyamekê belav bike."

    Tê gotin navê pêkhateya ku Berhem Salih ava kiriye Hevpeymaniya Demokrasî û Dadperweriyê ye û heta niha nayê zanîn Berhem Salih dê bi yekcarî ji YNKê veqete yan jî di bin banê YNKê de xebatên xwe bidomîne.

    Bi heman mijarî:

    Berhem Salih hevpeymeneke nû ji bo hilbijartinên Kurdistanê ava dike
    Selahattin Demirtaş bi Berhem Salih re civiya
    Kosret Resûl û Berhem Salih serdana Talebanî kir
    Berhem Salih: Em ê nehêlin dîrok xwe dubare dike
    Berhem Salih:'Tu kes nikare li şuna kurdan biryarê bide'
    Etîketan:
    YNK, Behrem Salih, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de