03:18 23 Îlon 2017
Zindî
    Mesûd Barzanî û referandum

    Ji Barzanî derheqê Heşdî Şabî û plana alternatîv de daxuyaniyek girîng

    © REUTERS/ Ari Jalal
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 269 0 0

    Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî îro di hevdîtina xwe ya nûnerên pêkhateyên herêma Nînovayê de ragihand ku mijara alternatîvê tenê di gotinê de ye û di pratîkê de ti garantiyek tuneye.

    Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî îro di hevdîtina xwe ya nûnerên pêkhateyên herêma Nînovayê de got: "Em soz didin ku dewleta Kurdistanê wê bibe dewleta hemû pêkhate û bawermendan. Pêşeroja deşta Nînovayê wê di destê xelkê wê de be. Mana bi Iraqê re karesateke nû ye."

    ‘MEŞRÛBÛNA REFERANDUMÊ JI GEL TÊ'

    Barzanî di berdewamiya axaftina xwe de ji mijara plana alternatîva ku hatibû pêşkêşkirin got: "Di planê de ti garantiyek nehatiye pêşkêşkirin. Alternatîv tenê bi peyv û gotinê ye ti garantiyek tuneye. Biryara referanduma serxwebûnê biryara gelê Kurdistanê ye û meşrûbûna wê jî ji gel tê."

    ‘DIVÊ ÇAV JI KIRYARÊN HEŞDÎ ŞABÎ RE NEYÊ GIRTIN'

    Serokê Kurdistanê di dirêjiya axaftina xwe de behsa kiryarên milîsên Heşdî Şebî ku Îran piştgiriya wan dike got: "Heke em zêdetir çavên xwe ji kiryarên milîsên Heşdî Şabî ku sûcên şerî dike re bigrin ev dê talûkeyeke mezintir bi xwe re bîne."

     

     

    Bi heman mijarî:

    Barzanî: ‘Dijayetiya biryara referandûmê binpêkirina prensîbên cîhanê ye’
    Erdogan bertek ji daxuyaniya Barzanî re nîşan da: Em biryara dawî 22yê Îlonê didin
    Barzanî bersiva alternatîvan da: Referandûm tê kirin, guh nedin ti kesî!
    Barzanî li Zaxoyê: Mebesta wan tenê paşxistin be, referandûm nayê paşxistin
    Barzanî bi Brett McGurk re hevdîtin pêk anî
    Barzanî: Ji yên şer dixwazin re vaye meydan!
    Etîketan:
    Referanduma serxwebûna Kurdistanê, Serokê Herêma Kurdistanê, Mesût Barzanî, Dihok, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de