17:45 23 Îlon 2017
Zindî
    Kerkûk

    Ji Bexdayê li hemberî Kerkûkê biryarek din a bi xeter

    © AFP 2017/ Marwan IBRAHIM
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 129 0 0

    Hat ragihandin ku parlamenterên ereb, şîe û tirkmen ji bo hilweşandina Meclisa Wilayeta Kerkûkê dest bi berhevkirina îmzeyan kirine.

    Li gorî nûçeya malpera Rûdawê, parlamenterên li Parlamentoya Iraqê ji bo hilweşandina Meclisa Wilayeta Kerkûkê dest bi komkirina îmzeyan kirine û dixwazin li bajêr "Rewşa Awarte" ragihînin. Serkêşiya vê helmetê jî parlamenterê tirkmen Niyazî Mîmaroglu dike.

    Serokê Fraksîyona Komela Îslamî li Parlamentoya Iraqê Ehmed Hecî Reşîd got: "Ji bo hilweşandina Meclisa Wilayeta Kerkûkê hejmareke zêde ya îmzeyan hatiye komkirin. Biryarderê Parlamentoya Iraqê û parlamenterê tirkmen ê Encûmena Bilind a Îslamî Niyazî Mîmaroglu jî serkêşiya komkirina îmzeyan dike."

    Ehmed Hecî Reşît di berdewamiya axaftina xwe de got: "Parlamenterên kurd bi hemû awayî li dijî vê helmetê ne. Ti hinceteke yasayî ji bo vî karî nîne. Ew dixwazin bi hilweşandina meclisa li Kerkûkê rewşa awarte ragihînin, ku ev jî pir xeter e."

    Parlamentoya Iraqê du roj berê li dijî biryara referanduma Kurdistanê deng da û herwiha paşî biryara dûrxistina Waliyê Kerkûkê Necmedîn Kerîm dabû.

    Bi heman mijarî:

    'Piştî referandûmê divê Kerkûk bibe xwediyê statuyeke taybet'
    Referandûm ji sedî 90 amade ye: Buroyên Mûsil, Kerkûk û Xaneqînê vedibin
    Ji walî bo NY: Kerkûk jî tevlî referanduma serxwebûnê dibe
    'Bexda dizanîbû Kerkûk ne aîdî wan e, lewma ti xizmet nekirin'
    Waliyê Kerkûkê: Hikûmeta Iraqê Kerkûk piştguh kir û çû Mûsil rizgar kir
    Etîketan:
    Meclisa Wilayeta Kerkûkê, Parlamentoya Iraqê, Niyazi Mimaroglu, Ehmed Hecî Reşît, Iraq, kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de