17:29 26 Îlon 2017
Zindî
    Ahenga piştgiriya referandûma serxwebûna Kurdistanê li Hewlêrê

    ‘Ji bo NY û Amerîka garantî neda, me referanduma serxwebûnê bi paş nexist'

    © REUTERS/ Azad Lashkari
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 108 0 0

    Endamê Polîtburoya Partiya Demokrata Kurdistanê Hoşyar Zebarî di axaftina xwe de ragihand ku ji bo KENY, Amerîka, Îngîltere û Fransayê daxwaz kiribû ku referanduma serxwebûnê were paşxistin.

    Hoşyar Zebarî di hevpeyvîna xwe ya El Arabiayê de got: "Heta niha ji bo paşxistina referanduma serxwebûnê gelek pêşniyar hatin, lê ji bo ku bersiva daxwazên kurdan ne didan me hemû red kirin."

    Zebarî di berdewamiya hevpeyvîna xwe de got: "Berî referandumê bi 10 rojan Amerîka, Îngîltere, Fransa û Konseya Ewlehiya Neteweyên Yekbûyî (KENY) ji bo paşxistina referandumê pêşniyarek kir, lê di pêşniyarê de ji bo ku garantî tunebû nehat qebûlkirin. Em nizanin dê garantiyek were dayîn an na."

    Endamê Polîtbûroya PDKê Zebarî di dirêjiya hevpeyvîna xwe de ragihand ku tenê gelê kurd dikare biryara referanduma serxwebûna Kurdistanê bide.

    Bi heman mijarî:

    Kurdistan: Welatiyên li herêmên Heşdî Şeibî di bin fişarê de ne
    Li bajarê Hanoverê konferansa aborî ya Kurdistan û Almanyayê
    ‘Me çawa Kurdistan parastiye emê sînorê dewleta wê jî biparêzin’
    ‘Kurdistan dê bibe endamê FIFAyê'
    Asian Times: Kurdistan li Rojhilata Navîn wê bibe mînaka serkeftinê
    Etîketan:
    Referanduma serxwebûna Kurdistanê, PDK, Hoşyar Zebarî, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de