04:27 24 Îlon 2017
Zindî
    Hewlêr, Kurdistan

    Li Hewlêrê li dijî daxuyaniyên McGurk xwepêşandan hat lidarxistin

    © Foto: Osman Bashqali
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 65 0 0

    Li Hewlêrê li dijî axaftinên Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê Brett McGurk ên derbarê referandûma serxwebûnê de, li ber nûnertiya Neteweyên Yekbûyî (NY) xwepêşandanek hat lidarxistin.

    Komek hemwelatiyên Herêma Kurdistanê îro 15ê Îlonê êvarê li ber nûnertiya NYyê nerazîbûn li hemberî axaftina Brett McGurk nîşan da.

    Li gor ragihandina peyamnêrê BasNewsê Mohamed Dêrgeleyî, xelkê Hewlêrê di saet 5ê êvarî de li ber nûnertiya NYyê kom bû û nerazîbûna xwe ya ser helwesta dijî referandûma serxwebûnê anî ziman.

    Nûnerê Serokê Amerîkayê McGurk doh 14ê Îlonê piştî hevdîtina bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re, gotibû, piştgiriya navnetewî bo referandûmê nîne û wan alternatîvek bo paşxistina wê pêşkeş kiriye.

     

    Bi heman mijarî:

    Bi diruşma 'Allhahû Ekber' û çakûçan êrîş kir: 2 jin birîndar bûn
    Serokwezîrê Tirk daxwaz ji Ebadî kir, li dijî referandûmê bi hev re kar bikin
    Erdogan bertek ji daxuyaniya Barzanî re nîşan da: Em biryara dawî 22yê Îlonê didin
    Wezîrê Çandinîyê bangewazî kir: Kergoşkan bixwin!
    Rûsya: Em hêvî dikin Reqqa wê di mehekê an 2 mehan de rizgar bibe
    Parlementoya Kurdistanê li ser referandûmê civiya
    Etîketan:
    Hewlêr, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de