17:40 26 Îlon 2017
Zindî
    Parlamentoya Herêma Kurdistanê

    Parlamentoya Kurdistanê biryara referandûmê pesend kir

    © REUTERS/ Azad Lashkari
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 9510

    Parlamentoya Herêma Kurdistanê ku piştî 2 salan îro 15ê Îlonê civiya, biryara encamdana referandûma serxwebûnê li 25ê Îlona 2017an pesend kir. Biryara referandûmê ji nav 71 parlamentaran bi 65 dengan hat standin.

    Referandûma serxwebûnê ya ku 25ê Îlonê li Herêma Kurdistanê tê encamdan, bi piraniya dengên parlamentarên ku beşdarî rûniştinê bûn hat qebûlkirin.

    Parlamentoya Kurdistanê di yekemîn civîna xwe ya piştî 2 salan de ku bi mijara referandûmê hatibû civandin biryara encamdana referandûmê li 25ê Îlona 2017an pesend kir.

    Di civîna 15ê Îlonê ya parlamenê de 71 parlamenteran beşdarî kir ku ji pêkhateyên Kurd, Tirkmen, Mesîhî (Aşûrî, Suryanî, Kildanî û Ermenî) Kurdên Êzidî û parlamentarên PDK, YNK, Yekgirtûya Îslamî, Partiya Kominîst, Arasteya Sêyem, Partiya Sosyalîst, Çaksaziya Tirkmenî, Pêşkeftina Tirkmenî û Lîsta Rafîdeyn a Mesîhî tê de amade bûn.

    Di civîna ku bi seroktiya Cîgirê Serokê Parlamentoya Kurdisatanê Cafer Îbrahîm Êminkî birêve çû de, bi piraniya dengên parlamentaran referandûm hat pesend kirin.

    Hêjayî gotinê ye, parlamentoya Iraqê jî biryara referandûmê red kiribû û 14ê Îlonê şandeke ji nûnerên navnetewî pêk hatibû serdana Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî kiribû û daxwaza paşxistina referandû lê kiribûn.

    Bi heman mijarî:

    Erdogan bertek ji daxuyaniya Barzanî re nîşan da: Em biryara dawî 22yê Îlonê didin
    Wezîrê Çandinîyê bangewazî kir: Kergoşkan bixwin!
    Rûsya: Em hêvî dikin Reqqa wê di mehekê an 2 mehan de rizgar bibe
    6 parlamentarên YNKê beşdarî civîna referandûmê nabin
    Meclisa Bilind a Referandûmê logoya dengê "erê" pesend kir
    Pêşmerge beriya referandûmê hêzên nû dişîne Kerkûkê
    YPG û YPJ hêzêke mezin a leşkerî şand Dêra Zorê (Vîdeo)
    Rûsya: Li Sûriyeyê fikra Kurdan girîng e
    Gelo modavan Michael Kors ji kincên PKKyiyan îlham girtiye?
    Nasnameya gumanbarekî êrîşa Londonê hat tesbîtkirin
    Etîketan:
    Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de