08:09 24 Îlon 2017
Zindî
    Hêzên Pêşmerge Kerkûkê

    Pêşmerge beriya referandûmê hêzên nû dişîne Kerkûkê

    © REUTERS/ Ako Rasheed
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 116 0 0

    Hêzên Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê beriya referandûma serxwebûnê ya 25ê Îlonê li herêma parêzgeha Kerkûkê hêzên xwe zêde dikin. Ji Silêmaniyê ber bi Kerkûkê ve hêzên nû yên Pêşmerge bi rê ketin. Dîmên şandina hêza Pêşmerge li ser torên civakî hatin belavkirin.

    Piştî biryara Encûmena Parêzgeha Kerkûkê ya beşdarbûna dengdana referandûma serxwebûnê, hikûmeta Iraqê nerazîbûn nîşan dabû û herî dawî jî doh 14ê Îlonê Parlamentoya Iraqê biryara dûrxistina Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm derxistibû.

    Nîvîsgeha Necmedîn Kerîm bi daxuyaniyekê biryara Serokwezîrê Iraqê û parlamenê dijî destûra Iraqê nirxandibû û red kiribû.

    ​Di daxuyaniyê de hatibû xuyakirin, tenê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê dikare biryareke wisa derxe.

    Piştî biryara beşdarbûna referandûmê û biryara Parlamentoya Iraqê ji bo ewlekariya referandûmê û parastina ji êrîşan karwanên hêzên Pêşmerge ber bi Kerkûkê diçin.

     

    Bi heman mijarî:

    YPG û YPJ hêzêke mezin a leşkerî şand Dêra Zorê (Vîdeo)
    Rûsya: Li Sûriyeyê fikra Kurdan girîng e
    Gelo modavan Michael Kors ji kincên PKKyiyan îlham girtiye?
    Nasnameya gumanbarekî êrîşa Londonê hat tesbîtkirin
    Mehmûd Osman: Divê McGurk di referandûma Kurdistanê de bêalî be
    Rojnamevanê Fransî Loup Bureau hat berdan
    Tirkiyeyê li dijî biryara di derbarê PKKê de bertek nîşan da
    Barzanî bersiva alternatîvan da: Referandûm tê kirin, guh nedin ti kesî!
    Pisîk dikare hm şilemenî him hişkemenî be?
    Etîketan:
    Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de