11:24 24 Îlon 2017
Zindî
    Ala Kurdistan û Iraqê

    Mehmûd Osman: Divê McGurk di referandûma Kurdistanê de bêalî be

    © AFP 2017/ Safin Hamed
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 57 0 0

    Siyasetmedarê kurd û parlementerê Kurdistanê li parlemnetoya Kurdistanê Mehmûd Osman daxwaz kir ku Nûnerê Taybet ê Serokê DYAyê Donald Trump bo têkoşîna li dijî DAIŞê di mijara referandûmê de bêalî be.

    Osman li ser hesabê xwe yê Twitterê wiha nivîsî: "Divê Nûnerê taybet ê DYAyê Brett Mcgurk di mijara referandûma Kurdistanê de bêalî be û fişarê li herdû aliyan bike daku diyalogê bikin, ne li kurdan tenê bike.

    ​Duh  pêncşemê 14.09.2017an Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd barzanî pêşwazî li şandeyeke bilind a hevpeymanan kiribû ku ji Nûnerê Taybet Serokê DYAyê bo têkoşîna li dijî DAIŞê Brett McGurk, Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê Neteweyên yekbûyî û  Balyozê DYAyê li Iraqê  Douglas Silliman, Balyozê Brîtanî Frank Baker û çend rayedarên din pêk dihat.

    Piştî wê Barzanî ragihandibû ku wan alternatîvek ji welatên mezin wergirtiye û dê piştî civîna bi serkirdayetiyên kurdistanî re dê biryarê bide.

    Bi heman mijarî:

    Yawer: Kurdistan ber bi serxwebûnê ve gavan diavîne lewma yekbûna Pêşmerge pêwist e
    Şirketa navdar a turîzmê: Kurdistan ceneta ser rûyê erdê ye
    Kurdistan ji Rûsyayê daxwaza veberhênana xaz û petrolê dike
    Kurdistan tedbîrên xwe distîne
    Aldar Xelîl: Herêma Kurdistan û Rojava dikarin sîstema konfederal ava bikin
    Cihûyên Kurdistan û Îsraîlê: Îsraîl bi xurtî piştgiriyê dide Serxwebûna Kurdistanê
    'Kurdistan ji bo pêşi girtina Îranê dikare bibe heremek tampon'
    Etîketan:
    Mehmûd Osman, Kurdistan, DYA
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de