06:50 20 Mijdar 2017
Zindî
    Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî

    Barzanî bersiva alternatîvan da: Referandûm tê kirin, guh nedin ti kesî!

    © AFP 2017/ SAFIN HAMED
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (306)
    0 14710

    Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li karnavala referandûmê ya Amêdiyê axivî û got, heta niha alternatîveke referandûmê tine û em dê referandûmê bi paş de nexin.

    Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di ahenga piştgiriya referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê ya li Amêdiyê de, helwesta xwe ya dawî li ser sazkirina referandûmê eşkere kir.

    'ALTERNATÎVEKE KU CIHÊ SERXWEBÛNÊ BIGIRE NEHATIYE'

    Barzanî got: "Heta îro jî ti alternatîveke ku ji bo serxwebûnê cihê referandûmê bigire, bo me nehatiye."

    Barzanî di berdewamê de ragihand: "Tenê gelê Kurdistanê rewatiyê dide referandûmê û ji bilî wê ti aliyekê din nîne. Guh nedin ti kesî, em referandûmê paş naxin û em dê ber bi referandûmê ve biçin. Tişta ku pêwîst be, em dê bikin û baca wê çi be em dê bidin."

    Hin beşên giring ji axiftina Barzanî:

    • Heta alternatîveke baştir neyê pêşkêşkirin, referandûm nayê bipaşxistin.
    • Eger ewqas dijatiya referandûmê tê kirin, em jî dibêjin em guh nadin ti kesî.
    • Yên daxwaza bipaşdexistinê dikin, em dibêjine wan, me guh li gelek sozan bûye û ti soz nehatine cih û em referandûmê bi paş de naxin.
    •  Pêşniyara min ew e ku xweragir bin, guhê xwe nedin gotegotan, em ber bi referandûmê ve diçin.
    • Xwîna ku gelê Kurd daye, têra 10 dewletan dike.
    • Înşallah em dê giyanê şehîdan şad bikin, dilê dayîkên şehîdan xweş bikin
    • Em ji bo biryara referandûmê dereng man. Pêwîst bû, me ev biryar zûtir bida. Hêvîdar im ew kesên dibêjin, ne dema referandûmê ye, mebesta wan ev be.
    • Barzanî ji bo Bexdayê: Biryarên we dê negihêjin Kurdistanê.
    • Mesela pêkvejiyan û biratiya me li gel pêkhateyên din, çi turkmen, ereb, xiristiyanî, êzidî, beşek ji dîroka me ne û em dê pabend bin.
    • Tenê gelê Kurdistanê dê referandûmê meşrû bike, ne yên derve.
    Mijar:
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (306)

    Bi heman mijarî:

    Encûmena Qeretepeyê biryar da ku beşdarî referandûmê bibin
    Bahçeli: Teqez divê Tirkiye destûra referandûmê nede
    Balyozê Îranê di derbarê biryara Kerkûkê û referandûmê de axivî
    Şanda referandûmê dest bi gera derve dike
    Ji bo dengdana referandûmê ji Kurdên derveyî welat re hêsankarî tê kirin
    Daxwaza Kerkûkê ya referandûmê hat qebûlkirin
    Barzanî: Ji bo paşxistina referandûmê guvaşên mezin li ser me hene
    Pusulayê dengên bo referandûmê bi 4 zimanan hatin çapkirin
    Etîketan:
    Mesûd Barzanî, Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de