23:02 26 Îlon 2017
Zindî
    Tevgera Goranê li Herêma Kurdistanê

    Goran û Komeleya Îslamî beşdarbûna parlamentoyê red kirin

    © AP Photo/ Yahya Ahmed
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 58 0 0

    Civata Niştimanî ya Tevgera Goranê biryar da ku ew beşdarî daniştina îro ya Parlamentoya Kurdistanê nebin. Herwisa Komeleya Îslamê ya Kurdistanê jî heman biryar wergirt.

    Li gorî agahiyên Rûdawê Dr. Şoreş Hacî, Endamê Rêveberiya Tevgera Goranê ragihand ku Goran di wê baweriyê de ye ku danişîna îro ya Parlamentoya Kurdistanê ne li gorî rêya xwe ya siyasî pêk nayê û ji ber vê yekê ew beşdarî danişînê nabin.

    Komeleya Îslamî jî di daxuyaniya xwe de ji bo beşdarnebûna xwe ya danişîna parlamentoyê behsa du sedeman kir û got, ji ber ku aliyên siyasî li ser nexşeyeke karên dahatû li hev nekirine û herwisa ji ber ku tenê du firaksiyonên siyasî biryara danişînê dane lê ev erka serokayetiya parlamentoyê ye, ne ya fraksiyonan e.

    Etîketan:
    Parlamentoya Kurdistanê, Komeleya Îslamî ya Kurdistanê, Tevgera Goranê, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de