04:22 21 Îlon 2017
Zindî
    Kerkûk

    ‘Bila Waliyê Kerkûkê bi darê zorê ji kar were dûrxistin'

    © AFP 2017/ Marwan IBRAHIM
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 60 0 0

    Piştî ku duhî Parlamentoya Iraqê biryara kikardûrxistina waliyê Kerkûkê Necmedîn Kerîm deranî, parlamenterên şîe jî dibêjin divê ji bo dûrxistina Kêrim hêz were bikaranîn.

    Duhî parlamenterên şîe, sunnî û tirkmen ên Parlamentoya Iraqê di rûniştinekê de ji bo jikardûrxistina Waliyê Kerkûkê Necmedîn Kerîm deng dabûn. Herwiha parlamenterên kurd jî ev rûniştin boykot kirin. Li gorî zanyariyên berdest, Serokê Parlamentoya Iraqê Selîm Cibûrî jî ji bo Kerîm ji kar were dûrxistin hewl daye û ji parlamenteran xwestiye dengê xwe li dijî Kerîm bi kar bînin.

    Parlamenterê tirkmen Niyazî Mîmaroglu jî ji bo jikardûrxistina KerÎm got: "Sedema biryara dûrxistina Necmedîn Kerîm ji ber biryara referandûmê û bilindkirina Ala Kurdistanê bû. Lê dosyaya wî tejî pirsgirêk e."

    Ji aliyê din ve Serkirdeyê Hevpeymaniya Nîştîmanî Hesen El-Şemerî got: "Desthilata Serokwezîr Heryder Ebadî heye ji bo cîbicîkirina vê biryarê hêzê bikar bîne. Li gorî desthilata yasayî dikare bi dare zorê vê biryarê cîbicî bike."

    Bi heman mijarî:

    Zebarî: Biryara betalkirina erka Necmedîn Kerîm referandûmê bihêztir dike
    Parlamentoya Iraqê biryara dûrxistina Necmedîn Kerîm ji erkê pesend kir
    Necmedîn Kerîm: Dê 25ê Îlonê xelk biçe ser sindoqan û bêje ‘Belê’
    Kerîm: Em rê nadin tiştên ku li Mendeliyê bûn li Kerkûkê bîqewimin
    Parlamentoya Iraqê hewl dide Waliyê Kerkûkê Kerîm ji wezîfeyê dûr bixe
    Etîketan:
    Parlamentoya Irakê, Waliyê Kerkûkê, Necmedîn Kerîm, Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de