03:06 23 Îlon 2017
Zindî
    Alaya Kurdistanê-ala kurdan

    Dîplomatê frensî kurd hişyar kirin: Baldar bin ji pişta xwe neyên xencerkirin

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 57 0 0

    Konsulê berî yê Fransayê li Hewlêrê Frederic Tissot li ser daxuniayên Nûnerê Taybet ê Serokê Dewleta Amerîkayê Brett McGurk ên derbarê Referandûma Herêma Kurdistanê de hişyarî da kurdan û dibêje: "Hişyar bin bila ji piştve xencerê li we nedin."

    Konsulê berî yê Fransayê li Hewlêrê Frederic Tissot li ser hesaba xwe yê twittirê peyamek weşand û ragihand ku, "Dostên min ên kurd bila ji bîra we neçe, ku di sala 1975an de Hanry Kissinger bi rêxistina peymana Cezayîrê ji piştve xencer li we da."

    Di twîtteke din de Tissot ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê Brett McGurk jî tag kiriye, amaje bi wê yekê dide, divê kurd ji bîr nekin, ku di sala 1975an de ji pişt ve hatine xencer kirin. Mebesta wê jî Hanry Kissingerê wezîrê derve yê berî yê Amerîkayê ye.

    Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî roja pênçşemê pêşwazî li Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîka Brett McGurk û Şandeya Taybet ê Sekreterê Giştî yê Rêxistina Netewên Yekgirtî Jan Kubis û Balyozê Amerîkayê li Iraqê Douglas Solliman û Balyozê Brîtanya yê li Iraqê Franks Baker kir.

    Piştî hevdîtinê di daxuniyeke çapemeniyê de McGurg eşkere kir, ku ji bo paşxistina referandûmê wan berdêl pêşniyarê Serok Barzanî kirine û dê danûstandin jî berdewam bibin.

    Serok Barzanî jî di mîtînga Zaxoyê de eşkere kir, ku eger berdêleke baştir hebe dê serkirdetiya kurd biryara xwe bide. Lê eger nebe dê rewş ji vê xiraptir nebe.

    Bi heman mijarî:

    ‘Divê bilez parlamena Tirkiyê li dijî biryara referandûma Kurdistanê bicive’
    Çavuşoglu ji bo referandûma Kurdistanê: Em ê ji bikaranîna hêzê nerevin
    Kê ji bo çi piştgirîya referandûma serxwebûna Kurdistanê dike?
    ‘Erdogan û AKPê bersiva hevdîtina ji bo referandûma serxwebunê nedan'
    Serokê Parlementoya Kurdistanê: Referandûma niha dê herêmê ber bi nearamiyê ve bibe
    Etîketan:
    dîplomat, kurd, Frederic Tissot
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de