09:36 24 Îlon 2017
Zindî
    Ahenga piştgiriya referandûma serxwebûna Kurdistanê li Hewlêrê

    Komîteya Referandûmê: Ji bilî serxwebûna Kurdistanê ti rêyek nemaye

    © REUTERS/ Azad Lashkari
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (282)
    0 39 0 0

    Komîteya Ragihandinê ya Encumena Bilind a Referandûma Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û li ser referandûma 25ê Îlonê got, “Ti rêyeke din li pêşiya gelê Kurdistanê nameye, ji bilî serxwebûnê.”

    Di daxuyaniyê de hat ragihandin, "Niha gelê Kurdistanê tirs ji paşerojê heye, ji ber vê biryar daye ku rêya xwe hilbijêre û dawî bi jiyana dilxwaz li gel dewletekê bîne, ku sed sal e ew êşandiye."

    ‘ROJA 25Ê ÎLONÊ ROJA DIYARKIRINA ÇARENEVÎSÊ YE'

    i berdewama daxuyaniya Komîteya Ragihandinê ya Encumena Bilind a Referandûmê de wiha hat gotin: "Roja 25ê Îlona 2017ê roja yekalîbûna çarenivîsa gelê me ye li Kurdistanê. Roja nîşandana xwestek û îradeya rasteqîn a hevwelatiyan bo diyarkirina çarenivîsê ye. Dengê me hemûyan dengê Belê dibe bo serxwebûnê û dawîanîna bi paşkotiya ku heyama sed salî ye bi zorî li ser gelê Kurdistanê hatiye ferzkirin."

    Di daxuyaniyê de behsa dîroka têkoşîna gelê Kurd li hemberî zordariyê hat kirin û hat diyarkirin, "Serxwebûn ji bo rêgirtina ji dubarenebûna nexweşî û karesatan e, bo wê ye ku aştî hebe û dostatî û biratî li gel gelên herêmê kûrtir be. Bo wê ye ku gelê Kurdistanê pêş bikeve û bibe beşek ji karwana mirovatiyê."

    ‘DEWLETA KURDISTANÊ DÊ BIBE DEWLETA ŞARISTANÎ Û PÊKVEJIYANÊ'

    Herwiha di daxuyaniyê de tekezî li ser wê yekê hat kirin ku di roja 25ê Îlonê de dê gelê Kurdistanê bi ‘Belê' biryara avakirina dewleta Kurdistanê bide û hat gotin:

    "Di roja 25ê Îlonê de dengê gelê Kurdistanê, dengê Belê dibe ji bo avakirina dewleta Kurdistanê ku li ser bingeha prensîpên demokrasiyê û serdemî tê avakirin. Dewleta Kurdistanê dewleta hevwelatî û pêkvejiyan û rêzgirtina li mafên mirov û azadiya nêrîn û derbirînê dibe. Di dewleta Kurdistanê de, yeksaniya siyasî û yasayî û şaristanî di navbera hemû pêkhateyên olî û netewî yên Kurdistanê de dabînkirî dibe."

    KOMÎTEYÊ BANGA DENGÊ ‘BELÊ' KIR

    Komîteyê bang li gelê Kurdistanê kir, "Em dê hemû deng bidin serxwebûnê û dengê gelê Kurdistanê jî dê dengê aştî û jiyanê be. Em dê deng bidin, daku bikarin xwe biparêzin û jiyana me di destê me bi xwe be. Em deng didin daku baştir rûbirûyê teror û hizra tundrewiyê û şovînîsmê bibin. Deng ji bo serxwebûnê, dengdan e bi xwîna şehîdan û qurbanîdana gel, dengdan e bo nivşên paşerojê, dengdan e bo asûdeyî û pêkvejiyan û aştiyê.

    Em dê hemû bi Belê deng bidin bo serxwebûna Kurdistanê. Em daxwaz li welatiyên xweştivî dikin, ku bi rihekî herî berz ê tebayî û bi şêweyekê serdemî xwasteka xwe bo serxwebûnê derbibirin û di propagandaya bo Referandûmê de, hêminî û aramiya proseyê biparêzin û pabendî rênimayiyên Komîsyona Bilinda Serbixwe ya Hilbijartinan û Referandûmê bin."

    Mijar:
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (282)

    Bi heman mijarî:

    Çavuşoglu ji bo referandûma Kurdistanê: Em ê ji bikaranîna hêzê nerevin
    Li baregeha leşkerî teqîn: 15 birîndar rakirin nexweşxaneyan
    McGurk: Em li benda bersiva Herêma Kurdistanê ne
    Tillerson: Hêvdarim di serdema min de pêwendiyên bi Rûsyayê re baş bibin
    ‘Divê bilez parlamena Tirkiyê li dijî biryara referandûma Kurdistanê bicive’
    Dadgeha Belçîkayê biryar da: ‘PKK ne rêxistineke terorê ye’
    Kremlîn: Daxuyaniyên ser tetbîqata Zapadê yên sorkirina dijayetiyê provokasyon in
    Lavrentyev: Rûsya, Tirkiye û Îran dê kontrola herêmên li Idlibê bikin
    Demirtaş di derbarê êrişa merasîma cenazeya diya Aysel Tugluk de peyam şand
    Etîketan:
    Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de