08:44 23 Îlon 2017
Zindî
    Brett McGurk

    McGurk: Em li benda bersiva Herêma Kurdistanê ne

    © REUTERS/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 169 0 0

    Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê Brett McGurk piştî civîna digel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî daxuyanî da û got, ew jê haydarin ku biryara referandûmê ne tenê ya Barzanî ye.

    McGurk îro 14ê Îlonê bi mebesta mijara referandûmê û danûnstandinên Bexda û Hewlêrê, digel Nûnerê Neteweyên Yekbûyî li Iraqê Jan Kubîs, Konsulê Amerîkayê yê li Bexdayê Douglas Silliman û Konsûlê Brîtanyayê li Bexdayê Frank Baker bi Serokê Herêma Kurdistanê re civiyabû.

    Derbarê altternatîva referandêmê de McGurk destnîşan kir: "Serok Barzanî daxwaza alternatîvê kiribû û me jî bi hemahengî li gel Brîtanya, Fransa û Netewên Yekgirtî, di civînê de alternatîvek bo referandumê pêşkêş kir. Ez wiha difikirim ku Serok Barzanî jî piştî civînê daxuyaniyek belav kiriye û pêşwazî li gotûbêjan kiriye û em dizanin ev biryara hemû aliyên siyasî ye."

    'EM LI BENDA BERSIVÊ NE'

    Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê da zanîn: "Pêwîst e ev prose (referandum) bi gotûbêjê berdewam be bo çareserkirinê û li gorî min, alternatîv rêçareyeke baş e."

    Brett McGurk da xuyakirin: "Me alternatîva xwe pêşkêşî Serok Barzanî kiriye û em li benda bersivê ne, ev alternatîv jî pêdagiriyê dike li ser gotûbêjên navbera Hewlêr û Bexdayê bo çareserkirina arîşeyan û bi me baş e ku bi hûrî were nirxandin."

    ‘EM DIZANIN KU BIRYAR NE TENÊ YA BARZANÎ YE'

    McGurk di civîna rojnamevanî ya li Hewlêrê de got: "Em dizanin ku biryar ne tenê ya Birêz Barzanî ye. Me got ku divê li ser biryarê car din bifikirin. Wekî alternatîv me xwest ku dîyaloga bi Bexdayê re berdewam bike. Ez dê li ser alternatîva ku me pêşkeş kiriye, hurgilîyan nedim."

    McGurk bal kişand ser têkoşîna dijî DAIŞê û da xuyakirin ku ew naxwazin rewşeke aloz rû bide û got, "Ji bo referandûmê pêwîstî bi piştgiriya navnetewî heye. Ji bo vê me alternatîv pêşkeş kir."

    MCGURK: ME ALTERNATÎV PÊŞKEŞ KIR

    Nûnerê Serokê Amerîkayê diyar kir ku alternatîv li ser daxwaza Barzanî hatiye pêşkeşkirin û wiha pê de çû: "Me bi hemû aliyan re hevdîtin kirin û me îro jî alternatîv pêşkeşî Serok Barzanî kir."

    McGurk herwiha bi bîr xist ku Tirkiye jî di nav de, cîran ji referandûma Herêma Kurdistanê nerazî ne.

    BARZANÎ: BIRYARA REFERANDÛMÊ NE YA MIN E, YA KURDISTANÊ YE

    Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li ser alternatîva heyeta navnetewî gotibû, "Mijara referandûmê ne tenê ya min e, ligel hemû lîderên siyasî yên Kurdistanê biryar hatiye wergirtin. Em dê piştî şêwr û hevdîtinên bi partiyên din re, biryara xwe bigihînin we."

    Bi heman mijarî:

    Tillerson: Hêvdarim di serdema min de pêwendiyên bi Rûsyayê re baş bibin
    ‘Divê bilez parlamena Tirkiyê li dijî biryara referandûma Kurdistanê bicive’
    Dadgeha Belçîkayê biryar da: ‘PKK ne rêxistineke terorê ye’
    Kremlîn: Daxuyaniyên ser tetbîqata Zapadê yên sorkirina dijayetiyê provokasyon in
    Lavrentyev: Rûsya, Tirkiye û Îran dê kontrola herêmên li Idlibê bikin
    Demirtaş di derbarê êrişa merasîma cenazeya diya Aysel Tugluk de peyam şand
    ‘Hefteya pêşiya me hevdîtinên Bexda û Hewlêrê ji nû ve destpê dikin’
    YEyê dema mueyîdeyên li ser Rûsyayê 6 meh dirêj kir
    Etîketan:
    Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de