09:52 21 Îlon 2017
Zindî
    Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî

    Barzanî li Zaxoyê: Mebesta wan tenê paşxistin be, referandûm nayê paşxistin

    © AFP 2017/ SAFIN HAMED
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 9920

    Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li karnavala Zaxoyê ya serxwebûnê axivî û behsa serdana şandeya dewletên mezin kir.

    Barzanî di axiftina xwe de behsa civîna îro ya li gel şandeya welatên zilhêz kir û got ku wan pêşniyarek bo wan kiriye.

    Herwiha Barzanî diyar kir ku referandûm ne armanc e, lê armanc serxwebûn e.

    Serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî diyar kir ku berî ku ew biçe Zaxoyê li Duhokê bi nûnerên Amerîka, Brîtanya û Netewên Yekbûyî civiyaye û 3 saetan gotûbêj hatilye kirin.

    Barzanî got, 'Helwesta wan diyar e. Dibêjin em li gel daxwaza gelê Kurdistanê ne, lê em dibêjin ne dem e û dê bibe sedema kêşeyan. Ma hîn dê çi bibe? Lê me jî got, eger alternatîveke baştir hebe, em ê razî bibin lê eger nebe. Em ê referandûmê bikin jî û çi dibe bila bibe.'

    "BAC BÊ DAYÎN, SERXWEBÛN MISOGER E"

    Barzanî wiha dewam kir: "Eger bedîleke baştir pêşkêş bikin, dibe yana em dê referandûmê pêk bînin. Eger em amade bin baca serxwebûnê bidin. Ez baş dizanim ku serxwebûn misoger e. Ti kes serxwebûnê diyarî me anke. Eger me bizaniya dê ev rewşa heyî jî dewam bike, dibû me dengê xwe nekira."

    Serokê herêmê teqez kir ku dê tenê bipaşxistina referandûmê qebûl neke û wiha got: Eger mebest tenê bipaşdexistina referandûmê be, ez dibêjim referandûm nayê bipaşdexistin.

    Hêjayî gotinê ye ku Barzanî hîn jî negotiye bê alternatîva hatiye pêşkêşkirin çi ye.

    Bi heman mijarî:

    Barzanî û Senatorê Komarîxwaz civiyan: Dê biryara Kurdan bigihîne Amerîkayê
    Barzanî û Mattis li ser 3 mijarên sereke gotûbêj kirin
    Wezîrê Tirk Çavuşoglu li Hewlêrê bi Barzanî re civiya
    Barzanî bo Wezîrê Tirk: Şirîkatiyê şikest anî, em û Iraqê dikarin bibin du cîranên baş
    Barzanî: Gelê Kurdistanê biryar daye ku ber serxwebûnê gavan bavêje
    Barzanî bo Ewropayê: ‘Pirsa referandûmê li ser hemû pirs û kêşeyên din e’
    Etîketan:
    Mesûd Barzanî, Zaxo, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de