06:55 20 Mijdar 2017
Zindî
    Hewlêr - Kurdistan

    "Amerîkayê ji bo referandûmê sê rê danîn ber kurdan"

    © AFP 2017/ SAFIN HAMED
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (306)
    0 338 0 0

    Malpereke erebî ragihand, çavkaniyên kurdî eşkere kiriye ku Amerîkayê sê rê danîne ber kurdan.

    Li gorî nûçeya Eşerq Elewsetê, hinek çavkaniyên kurdî ragihandiye ku DYAyê sê rê dane ber rayedarên kurd.

    "RÊYA SÊYEM A HERÎ XETER E"

    Parlementera kurd a parlementoya Iraqê Ala Talabaniyê ji kanala Eşerqiyeyê teqez kiriye ku balyozê Amerîkayê li Iraqê Douglas Silliman di serdaneke xwe bo Hewlêrê de gotiye,  "ji bo referandûmê sê rê li ber we ne: Ya yekem ku hûn dest ji rereferandûmê berdin û daxwaza diyarkirina demeke din jî nekin, wê çaxê piştgiriya Amerîkayê bo kurdan dê dewam bike. A duyem ew e ku hûn referandûmê tenê di hundirê herêmê de çêkin û wê çaxê DYAyê dê dengê xwe neke. Ya sêyem û ya herî xeter ew e ku referandûm li nav û derveyî herêmê bê kirin û di vê rewşê de berpirsyarî tenê di stûyê kurdan de ye û DYA ti piştgiriyê nade wan heta eger Iraq û Îran êrîşî wan jî bikin."

    "BARZANÎ BI QASIM SILÊMANÎ RE NECIVIYAYE"

    Herwiha çavkaniyeke din ku nexwestiye navê wê were eşkerekirin diyar kiriye ku Fermandarê Feyleqa Qudsê ya Pasdarên Îranê nekariye serokêmn PDK û YNKê qanî bike ku dest ji referandûmê jî berdin û kurdan daxwaza wî ya betalkirina referandûmê red kiriye.

    Herwiha li gorî nûçeyê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi Qasim Silêmanî re neciviyaye jî.

     

    Mijar:
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (306)

    Bi heman mijarî:

    ‘Tirkiye, Îran, Sûriye û Iraq ji bo paşxistina referandûmê dixebitin'
    Hewramî: Paşxistina referandûmê wê li Rojhilata Navîn û Kurdistanê kaosê çêke
    ‘Divê Kurd ji biryara referandûmê heta nefesa dawiyê jî poşman nebin’
    Tirkiye bertek da biryara referandûmê ya Meclîsa Kerkûkê
    Serokê Partiya Tirkmen: Xelk guh nade yên dijatiya referandûmê dikin
    Malikî: Dibe biryara beşdarbûna referandûmê ya Kerkûkê bibe sedema şer
    Encûmena Qeretepeyê biryar da ku beşdarî referandûmê bibin
    Etîketan:
    YNk, pdk, mesûd barzanî, Douglas A. Silliman, Ala Talabanî, DYA, Kurdistan, Hewlêr
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de