10:23 24 Mijdar 2017
Zindî
    PKK-KCK

    KCK çû serdana Komeleya Zehmetkêşên Kurdistana Îranê

    © AP Photo/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 27 0 0

    Şandeke Koma Civakên Kurdistanê (KCK) di çarçoveya xebatên ‘yekîtiya neteweyî' de li Herêma Kurdistanê çû serdana Komeleya Şoreşgerên Zehmetkêşan a Kurdistana Îranê.


    Hat ragihandin ku şandeke Koma Civakên Kurdistanê (KCK) di çaçroveya xebatên xwe yên ‘yekîtiya neteweyî' de di bin serokatiya Serhat Varto de li gundê Zirgêwiz yê bi ser parêzgeha Silêmaniyê ve çû serdana Komeleya Şoreşgerên Zehmetkêşan a Kurdistana Îranê. Şanda KCKê ji aliyê Ebûbekîr Muderîsî, Cîgirê Sekreterê Giştî yê Komeleya Şoreşgerên Zehmetkêş ya Kurdistana Îranê ve hat pêşwazîkirin.

    Hat diyarkirin ku herdu aliyan di civînê de behsa ‘yekîtiya neteweyî', danûstandin û hevgirtina d navbera partiyên kurdan de û rewşa kurdan û Rojhilata Navîn kirine.

    Hêjayî gotinê ye ku KCK di çarçoveya xebatên xwe yên li ser ‘yekîtiya neteweyî' de beriya niha çûbû serdana Tevgera Goranê, PDK-Î, Hizbî Demokratî Kurdistan (HDK), Komeleya Zehmetkêşan ya Rojhilat û Komela Îslamî ya Herêma Kurdistanê.

    Bi heman mijarî:

    Generalê Îsraîlî: PKK ne rêxistineke terorîst e
    Barzanî: PKK ne terorîst e, piştgiriyê dide referandûmê
    Îmamê Tirk bersiva çima PKK naqede da: Xweda nabe alîkar
    Îdîaya:‘PKK li Şingalê tunelan dikole'
    Etîketan:
    Komeleya Zehmetkêşên Kurdistana Îranê, KCK, Serhat Varto, Silêmaniye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de