17:17 19 Mijdar 2017
Zindî
    Kurdistan

    Ji bo referandûmê 7 daxwaz ji gel hatin kirin: Tenê Ala Kurdistanê hildin

    © REUTERS/ Azad Lashkari
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (306)
    0 5210

    Desteya Bilind a Referandûma Herêma Kurdistanê 7 daxwazî li hemwelatiyên Herêma Kurdistanê kir.

    Di daxuyaniya Desteya Bilind a Referandûmê de, hat xwestin ku di dema kampeynan û propagandayên referandumê de, ji bilî Ala Kurdistanê, ala ti welatekî din yan jî sembol û dirûşmên ti aliyekî din bi kar neyînin.

    Sekretariya Desteya Bilind a Referandûma Herêma Kurdistanê roja 13ê Îlonê daxuyaniyek weşand ku tê de 7 xal rêz kirin.

    Di daxuyaniyê wiha hat gotin: "Ji bo zêdetir rêkxistina kampînên propagandaya referandumê û pabendbûna bi nirxên niştimanî û rêkarên yasayî, daxwaz ji welatiyên Kurdistanê dikin ku di dema propagandaya referandûmê wan xalan li ber çav bigirin."

    7 XALÊN HATINE RAGIHANDIN EV IN:

    1 — Dûrketin ji bi kar anîna nîşan, ala û sembola her aliyekê yan welatekê ji bilî Ala Kurdistanê.

    2 — Dûrketin ji bi kar anîna nav û wêneyên sembol û serkirdeyan weke propaganda yan propagandaya referandumê.

    3 — Dûrketina ji bêrêzîkirin an êrişkirina li ser serkirde û ala û sembola her aliyekê an jî welatekê.

    4 — Parastina aramiya bajar û bajarokan û parastina mulkên giştî.

    5 — Parastina aramiya hevwelatiyan.

    6 — Hevkarî û hemahengiya li gel dezgehên ewlehiyê û polîs û fermangehên hikûmetê.

    7 — Em tekez dikin li ser azadiya derbirîna nêrînan û rêdan bi encamdana çalakî û kampîn û propagandaya referandumê bi awayekê azad û bi şêweyekî şaristanî û aştiyane, û li gorî yasa û rênimayiyên karpêkiriyên Herêma Kurdistanê û rênimayiyên Komîsyona Bilinda Serbixwe ya Hilbijartinan û Referandumê.

    Mijar:
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (306)

    Bi heman mijarî:

    Karwana leşkerî ya artêşa Tirkiyê gihîşt sînorê Efrînê
    Êrîşî merasîma cenazeyê dayika Tugluk kirin: Cenaze ji mezel hat derxistin
    Li Entabê xwekujê DAIŞê hat desteserkirin
    Necmedîn Kerîm: Dê 25ê Îlonê xelk biçe ser sindoqan û bêje ‘Belê’
    Li Sêrtê zarokê ku xwest mar bikuje, 4 kes birîndar kirin
    Etîketan:
    Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de