22:14 24 Îlon 2017
Zindî
    Kurdistan

    Baydemir di derbarê referandûmê de axivî: Referandûm ne li dijî gelan e

    © AFP 2017/ Fabrice Coffrini
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (282)
    0 30 0 0

    Şeş partiyên siyasî yên li Tirkiyeyê bi navê Însiyatifa Referanduma Herêma Kurdistanê ev demeke kar û xebatan pêk tînin. Însiyatîfê li Enqereyê paytexta Tirkiyeyê jî komek xebatan bîrêvebir. Şande, ligel Balyozxaneya Amerîkayê, Nuneratiya Yekitiya Ewropayê ya Tirkiyê û HDPê civiyan.

    Însiyatîfa Referanduma Herêma Kurdistanê ku ji 6 partî û çend kesayetiyên kurdên li Tirkiyeyê pêk tê, ji 15ê Tîrmehê ve li bajarên Tirkiye yên cuda xebatan pêktîne. Şandeyê,li Enqerê sere sibehê bi seredana bo Balyozxaneya Amerîka dest bi bernameya xwe kir. Piştî ev serdanê şande derbasî navenda PSKê ya giştî bû û li wir daxuyaniyek da.

    Serokê PAKê Mustafa OzçelIk ji rojnamevanan re ragihand ku, "Em diçin kuderê em dibêjin bila piştgiriya referandumê geştir bibe. Em wê daxwazê li wan dikin ku dezgehên sîvîl û partî û şexsîyet piştgiriya referandumê bikin."

    Piştî nivro şandeyê serdana Nuneratiya Yekitiya Ewropayê ya li Tirkiyeyê kir û bi rayedarên dezgehê civinek pêk anî. Herî dawî şande derbasî navenda HDPê bu û piştî civinê Şandeya İnsiyatifa Referandumê û HDPê daxuyaniyek hevpar belavkirin.

    ‘REFERANDÛM DOSTANIYA HEMÛ GELAN E'

    Berdevkê HDPê Osman Baydemir anî ziman, "Çareseriya pirsa kurd, her parçeyekî Kurdistan herwiha ku em bejin referandum û serkeftina referandumê, ne li dijî ti gelan e, ne li dijî Fars, Ereb, yan Tirk an e. Çareserî dostaniya hemu gelan e."

    Însiyatifa Referanduma Başurê Kurdistanê diyarkir ku ew dê heta 17ê meha Îlonê di çalakiyên xwe de berdewam bin û herwiha jî dê 25ê îlonê jî li Hewlêre amade bin.

    Mijar:
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (282)

    Bi heman mijarî:

    "Polîtîkayên Tirkiyeyê dê diyar bike bê referandûm bo kurdên Tirkiyeyê bibe mînak an na"
    Barzanî û nûnerê NYyê civîyan: Referandûm mafekî yasayî û asayî ye, nayê paşxistin
    Goran û Komel: Divê referandûm bê paşxistin
    Referandûm ji sedî 90 amade ye: Buroyên Mûsil, Kerkûk û Xaneqînê vedibin
    KCK: Em li dijî referandûm û Kurdistana azad dernakevin
    Etîketan:
    referandûm, Osman Baydemir, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de