22:11 24 Îlon 2017
Zindî
    Xwepêşander alaya Kurdistanê bilind dikin

    PDK: Qedera biryara parlementoya Iraqê dê wek biryara li dijî alaya li Kerkûkê be

    © AFP 2017/ SAFIN HAMED
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (282)
    0 14 0 0

    Parlementera PDKê Necîbe Necîbê îro çarşemê biryara parlementoya Iraqê ya redkirina referandûma serxwebûna Kurdistanê wek ne pabend bi nav kir û got," qedera wê biryarê dê wek qedera biryara li dijî bilindkirina alaya Kurdistanê li Kerkûkê be."

    Li gorî medyaya erebî, Necîbê got, biryara parlementoya Iraqê ya duh dabû û tê de referandûma serxwebûna Kurdistanê red kiribû wek biryareke ne pabend bi nav kir û teqez kir ku qedera wê biryarê wek qedera biryara li dijî bilindkirina alaya Kurdistanê li Kerkûkê be.

    Herwiha parlemnetera kurd diyar kir ku referandûm dê di dema diyarkirî de pêk were û rexne li parlementoya Iraqê girtin ku tenê du deqîqe mafê axiftinê jî neda wan daku biaxivin û nerînên xwe bibêjin.

    Derbarê herêmên ku dê beşdarî referandûmê bibin de jî, Necîbê teqez kir ku hemû referandûm li hemû herêmên Kurdistanê û yên nakok pêk were lê kurdên herêmên din û yên paytextê dê ne tê de bin.

    Mijar:
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (282)

    Bi heman mijarî:

    Ebadî: 'Nabe referandûm li Kerkûkê bê lidarxistin'
    Caferî: Destûr ne Quran e, referandûm jî mafekî suriştî ye
    Kremlîn: Referandûm meseleyeke navxweyî ya Tirkiyeyê ye
    Kiliçdaroglu: YSK referandûm kir mijara nîqaşan
    Ebadî: Referandûm ne li berjewendiya Kurdan e
    Etîketan:
    Necîbe Necîb, Kerkûk, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de