07:39 22 Îlon 2017
Zindî
    Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî

    Barzanî: Ji yên şer dixwazin re vaye meydan!

    © AFP 2017/ SAFIN HAMED
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 14340

    Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di çarçoveya helmetên bo referandûma serxwebûnê ya 25ê Îlonê de, li bajaroka Akrê ya Dihokê gotarek pêşkeşî gel kir.

    Barzanî daxwaza çûyîna ser sindoqan bo dengê ‘Belê' ji hemwelatiyan kir û li ser welatên daxwaza paşxistina referandûmê dikin got, "Ew ê dibêjin referandûmê bipaş bixin, pirseke mezin derdixin meydanê, ew jî kengî em referandûmê bikin û kîjan dem guncaw e?"

    ‘BEXDAYÊ ŞIRÎKATÎ QEBÛL NEKIR'

    Serokê Herêma Kurdistanê bal kişand ser ku Bexdayê heta niha bi çavê şirîkatiyê li wan nenihêrtiye û da zanîn, "Qanûna ku Pêşmerge bibe hêzeke Iraqî ya fermî di deh salan de dernexistin, lê ji bo Heşda Şebî di nav du saetan de qanûn derxistin."
    Barzanî bi bîr xist ku careke din nabe peymanên Lozan û Sykes-Picotê çarenivîsa Kurdistanê diyar bikin û divê xelkê Kurdistanê bixwe çarenivîsa xwe diyar bike.

    ‘JI BO YÊN ŞER BIXWAZIN VAYE MEYDAN'

    Serok Barzanî diyar kir, "Divê biratiya hemû netew, pêkhate, ol û ayînzeyan parastî be, em dixwazin destê biratiyê ji hemû aliyekî re dirêj bikin, lê heger yek bixwaze şer bike, bila xwe biezmûne û vaye meydan."
    Barzanî di axaftina xwe de destnîşan kir, ji ber ku ew (Iraq) biratiyê qebûl nakin, Kurd jî xizmetkariyê qebûl nakin.

    ‘QÎMETA GEFÊN YÊN DIJATIYA KURDAN DIKIN BO ME NÎNE'

    Barzanî li ser derdorên gefan dixwin û dijayetiya Kurdan û referandûmê dikin got:

    "Em dijminatiya nav gelan ti carî qebûl nakin û ev ne helwesteke ku em qebûl bikin e. Dema em diçin serxwebûnê, dê yên ku dijminatiyê zêde bikin û gefan bixwin hebin. Lê bila bê zanîn ku ti qîmeteke wan kesên li ser televizyonan û medyayan gefan dixwin bo me nîne."

     

     

    Bi heman mijarî:

    NATO: Tirkiye di mijara S-400î de me haydar nekir
    Hemû deverên veqetîyayî wê di referandûmê de başdarîyê bikin
    Parêzgeha Selahedînê biryar li dijî referandûmê da
    Amerîkayê baregeheke leşkerî li Mexmûrê ava kir
    Polîsê çek li parlamenterê HDPê kişand hat girtin
    Li Dêra Zorê tenê 3 kîlometro di navbera HSDê û artêşa Sûriyeyê de mane
    "Nimûneyeke pasaportên Komara Kurdistanê" (Vîdeo)
    Etîketan:
    Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de