19:20 21 Hezîran 2018
Xurmatû

Parêzgeha Selahedînê biryar li dijî referandûmê da

© Sputnik / Hikmet Durgun
Kurdistan
Lînkê kurt
Referandûma serxwebûna Kurdistanê (306)
0 0 0

Medyaya erebî ragihand ku Parêzgeha Selahedînê biryar da ku referandûma serxwebûna herêma Kurdistanê li parêzgehê(rojhilat) pêk neyê.

Meclisa Parêzgeha Selahedînê bi serokatiya Ehmed Ebdulcebar El Kerîmî îro çarşemê civiya û piştî wê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de teqezî li ser yekîtiya axa Iraqê hat kirin û wiha hat gotin: "Tiştê giring ji bo me parastina yekîtiya axa Iraqê ye ku navçeya Xurmatûyê jî di nav de."

Li gorî daxuyaniyê, piştî nîqaşkirina mijarê, Meclisa Parêzgehê pêkanîna referandûma serxwebûna Kurdistanê di nava sînorê parêzgehê de red kiriye lê mafê kurdan ê çarenûsê qebûl kiriye bi şertê ku li gorî destûrê be û herêmên rojhilatî yên parêzgehê ne di nav de bin.

Hêjayî gotinê ye ku Herêma Kurdistanê plan dikir ku referandûmê li navçeya Xurmatûyê ya rojhilatê parêzgeha Selahedînê jî li dar xîne ku di nav herêmên nakok de ye.

Herwiha hîn birêveberiya Herêma Kurdistanê ti daxuyanî derbarê vê bûyerê de nedaye.

 

Mijar:
Referandûma serxwebûna Kurdistanê (306)

Bi heman mijarî:

Kê ji bo çi piştgirîya referandûma serxwebûna Kurdistanê dike?
‘Erdogan û AKPê bersiva hevdîtina ji bo referandûma serxwebunê nedan'
Serokê Parlementoya Kurdistanê: Referandûma niha dê herêmê ber bi nearamiyê ve bibe
Li Stenbolê konferansa piştgiriya referandûma serxwebûnê
Demirtaş nêrîna xwe ya bo referandûma serxwebûnê eşkere kir
Referandûma serxwebûnê rewşa tîma Barcelonayê xist xeterê
Etîketan:
Ehmed Ebdulcebar El Kerîm, Kurdistan, Xurmatû, Selahedîn
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de