23:56 21 Sibat 2018
Zindî
    Leşkerê amerîkî û YPG

    Amerîkayê baregeheke leşkerî li Mexmûrê ava kir

    © REUTERS/ Rodi Said
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Rayedarê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê(YNK)Mexmûr Reşad Kelalî îro çarşemê ragihand ku hêzên amerîkî baregeheke leşkerî li başûrê Hewlêrê li herêma Mexmûrê ava kiriye ku hemû cûreyên çek û cebilxaneyê lê hene.

    Kelalî destnîşan kir ku armanca avakirina vê baregehê ew e ku hevkarî û hevahegiya navbera hêzên Pêşmerge û Artêşa Iraqê ji bo operasyona Hewîceyê bike.

    Li gorî nûçeya Al Sumariayê, baregeh vê dawiyê li herêma Mexmûrê ya başûrê Hewlêr li ser erdeke bi berfirehiya 8 doniman hatiye avakirin û hemû cûreyêk çekan lê hene ku moşekên jîr, topxaneyên giran, tank û barker û bêtirî 500 navgînî di nav wan de ne.

    Derbarê armanca û stratejiya demdûr a avakirina wê baregehê de, rayedarê YNKê got, "hîn ew ne zelal in".

     

    Etîketan:
    Mexmûr Reşad Kelalî, Mexmûr, Hewlêr
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de