06:56 20 Mijdar 2017
Zindî
    Alaya Kurdistanê

    Hilbijêrên Herema Kurdistanê ji bo referandumê çi difikirin?

    © AP Photo/ Bilal Hussein
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Sertaç Kayar
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (306)
    0 918 0 0

    Li Herema Kurdistanê yekem car têkildarî referandûma serxwebunê anketek hat çêkirin. Anketa ku ji aliyê Navenda Lêkolinên Siyasî û Mirovî ya Rawest hat çêkirin ve ji sedî 65.5ê dê di referandûmê de bêjin "Erê".

    Navenda Lêkolinên Siyasî û Mirovî ya Rawest li Herema Kurdistanê têkildarî referandûma serxwebunê yekem car anketek çêkir û encamên wê aşkare kir. Anket bi hevdîtina hezar û 285 kesan hat çêkirin. Sedî 35ê wan li Silêmaniye, sedî 32 li Hewlêrê, sedî 25 li Dihokê û sedî 9ê wan li Kerkûkê dijîn û temenê kesên ku beşdarî anketê bûne ji sedî 48 di navbera 17 û 27, ji sedî 33 di navbera 27 û 55 û ji sedî 19 jî di ser temenê 55an e.

    JI SEDİ 51.8an DEMA REFERANDÛMÊ RAST DIBİNIN

    Li ser pirsa "Hûn dema referandumê rast dibinin an ne? sedî 51.8an bersiva "Erê" û ji sedî 45.8 jî bersiva "Na" dan. Li Silêmanî ya ku Tevgera Goran bi bandore ji sedî 65.9 dema referandumê rast nabînin. Bersiva herî xurt ya "Erê" bi encama ji sedî 75.7 Dihok derket. Li Kerkûkê beşdarvanan ji sedî 54.7 dema referandûmê rast dibînin.

    JI SEDİ 65.5 DIBÊJE ‘ERÊ'

    Ji sedî 83.9 beşdaran gotine ku dê ew beşdarî referandumê bibin, ji sedî 10.5 beşdaran jî gotine ew beşdar nabin û ji sedî 5.6 jî bê biryarin. Ji kesên ku gotine dê beşdarî referandûmê bibin ji sedî 62.6 piştgirî didin referandûmê. Ji sedî 33 jî eşkere kirine ku piştgiriyê nadin referandûmê û sedî 4.3 bêbiryarin.

    HELWESTA PARTİYAN ENCAMÊ DIGUHERÎNE

    Herwiha li gorî ankete helwesta partiyên siyasî rêjeya dengan diguherine. Li gorî ankete partiyên ku dibêjin na eger helwesta xwe biguherînin û bibêjin erê, rêjeya denge erê derdikeve sedî 77.2an.

    TIRKMEN Û EREB ÊN KERKUKÊ DIBÊJIN ‘NA' AN Jİ BOYKOT DIKIN

    Li gorî ankete ji bilî çapemeniyê li ser hilbijêran xebat hêj nehatîye meşandin. Li gorî anketê hilbijêrên mesihî dibêjin "Erê" lê li heremên ku Erebên sunnî dijîn dibêjin ‘NA'. Li Kerkûkê Ereb û Tirkmen zêdetir dibêjin "Na" an jî boykot û hinek ji wan jî bêbiryarin. Di rapora anketê hinceta kesên ku dibêjin "Na" wiha tê nîşandan "Kesên dibêjin ‘Na' difikirin ku krîza 3 salên dawî ya ku li heremê rû daye dê bi serxwebunê hêj mezin bibe. Ji bilî vê hincetek di jî fikara bi İraqê şerekî navxweyî û zordarîya Tirkiyê û İranê ye."

    Mijar:
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (306)

    Bi heman mijarî:

    ‘Erdogan û AKPê bersiva hevdîtina ji bo referandûma serxwebunê nedan'
    Serokê Parlementoya Kurdistanê: Referandûma niha dê herêmê ber bi nearamiyê ve bibe
    Li Stenbolê konferansa piştgiriya referandûma serxwebûnê
    Demirtaş nêrîna xwe ya bo referandûma serxwebûnê eşkere kir
    Referandûma serxwebûnê rewşa tîma Barcelonayê xist xeterê
    Etîketan:
    referandûm, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de