08:35 21 Sibat 2018
Zindî
    Berhemên çandinî - Fêkî û sewze

    Herêma Kurdistanê îtxalata fêkî ji Îranê qedexe kir

    © Sputnik/ Vladimir Pesnya
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li gorî daxuyaniya qeymeqamê bajarokê Pêncwên yê Herêma Kurdistanê anîna bacan û fêkî ji Îranê hat qedexekirin.

    Qeymeqam Zana Rehman di axaftina xwe de got: "Duhî komek cotkarên devera Pêncwênê li dijî îtxalata berhemên îranî nerazîbûn nîşandan. Ji ber wê yekê me îro bi parêzgarê Silêmaniyê re hevdîtin kir û me nerazîbûna cotkaran gihand wî. Piştî civînê biryar hat dayîn anîna bacan û fêkiyan ji Îranê were qedexekirin."

    Rehman di berdewamiya axaftina xwe de got: "Ew biryar dê mehekê bidome û di heyama wê mehê de anîna bacan û fêkiyan ji deriyên sînorî yên Başmax û Seyranbend qedexe dibe."

    Li gorî daxuyaniya qeymeqam qedexeya berhemên îranî ji 15ê Îlonê dest pê dike û hetanî 15ê Cotmehê wê dewam bike.

    Bi heman mijarî:

    Berhem Salih hevpeymeneke nû ji bo hilbijartinên Kurdistanê ava dike
    Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu li Arjantinê ji bo Kurdistanê bangî cihanê kir
    Parlementoya Kurdistanê pêncşemê dê bersiva parlementoya Iraqê bide
    Gelo kîjan dewlet serxwebûna Kurdistanê dixwaze û kîjan naxwaze?
    Îsraîlê dîsa bangî Amerîkayê kir: Piştgiriya dewletbûna Kurdistanê bike
    Etîketan:
    Qemeqamê Pêncwênê, Zana Rehman, Îran, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de