20:08 18 Hezîran 2018
Kurdistan

Sekreterê Yekîtiya Rojnamevanên Ereb: Ihtimaleke mezin DYA dê piştgiriya serxwebûnê bike

© AFP 2018 / MARWAN IBRAHIM
Kurdistan
Lînkê kurt
Referandûma serxwebûna Kurdistanê (306)
0 10

Sekreterê Yekîtiya Rojnamevanên Ereb Mukrem Mihemed Ehmedî ragihand ku berovajî daxwaza dewletên erebî, DYAyê piştgiriyê dide referandûma serxwebûna Kurdistanê.

Nûnerê rojnamevanên misrî yê berê û Sekreterê Yekîtiya Rojnamevanên Ereb Mukrem Mihemed Ehmedî derbarê referandûma serxwebûna Kurdistanê de axivî û got: "Kurdên Iraqê bersiveke erênî neda Ebûl Xeyz(Sekreterê Giştî yê Komkara Erebî) yan jî helwesta Misirê û herwiha daxwaza dewletên erebî ji bo bipaşxistina referandûma serxwebûna Kurdistanê".

"DYA HÎN JÎ JI BO SERXWEBÛNÊ BÊDENG E"

Herwiha Ehmedî derbarê helwesta Amerîkayê de got, "DYAyê gelek derfet dan kurdan û dixwaze xweseriya kurdan xurttir bike lê derbarê referandûm serxwebûnê de hîn birêveberiya amerîkî bêdeng e lê ihtimaleke mezin dê qebûl bikin."

"DYA PIŞTGIRIYEKE XURT DIDE KURDÊN SÛRYIYEYÊ"

Rojnamevanê ereb bal kişand ser şerê Kobaniyê û piştgiriya DYAyê ji bo kurdên Sûriyeyê û got: "DYAyê piştgiriyeke xurt dide kurdên Sûriyeyê.

"DIBE KURDISTANA TIRKIYEYÊ XWESERIYA XWE BISTÎNE"

Li gorî medyaya erebî, Sekreterê Yekîtiya Rojnamevanên Ereb Mukrem Mihemed Ehmedî li ser kurdên Tirkiyeyê jî axiviye û gotiye: "Di qonaxekê ji qonaxên guhertina Rojhilata Navîn de, dibe Kurdistana Tirkiyeyê xweseriya xwe bistîne."

Mijar:
Referandûma serxwebûna Kurdistanê (306)

Bi heman mijarî:

‘Profesor û zanistên amerîkî ji bo serxwebûna Kurdistanê dixebitin'
‘Referandûm ji bo serxwebûna Kurdistanê gava pêşî ye'
Rûspiyê civaka yahûdî bangî Îsraîlê kir: Bi xurtî piştgiriya serxwebûna Kurdistanê bike
Malikî: Kurdistan nikare serxwebûna xwe ragihîne
‘Îran serxwebûna Kurdistanê ji bo bicihanîna planên xwe asteng dibîne'
Lavrov biryara referandûma serxwebûna Kurdistanê nirxand: Mafekî meşrû ye
Ebadî: Referandûma serxwebûna Kurdistanê nerewa ye
Edhem Barzanî: Serokê Goranê got, serxwebûna Kurdistanê mafekî pîroz e
Etîketan:
Mukrem Mihemed Ehmed, Misir, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de