01:24 20 Îlon 2017
Zindî
    Kerkûk

    Berdevkê hozên êşîrên ereb ji bo serdana Barzanî ya Kerkûkê daxuyaniyek belav kir

    © AFP 2017/ Marwan IBRAHIM
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 130 0 0

    Berdevkê desteya serokhozên erebên Kerkûkê Şêx Mesrûr Nacî Cibûrî ragihand ku serdana Serokê Kurdistanê bo Kerkûkê û civîna wî li gel hemû pêkhateyên bajêr gelekî giring bû.

    Şêx Mesrûr Nacî Cibûrî di axaftina xwe de got: "Serdana Serokê Kurdistanê bo Kerkûkê û civîna wî li gel hemû pêkhateyên bajêr gelekî giring bû. Barzanî di civînê de gelek babetên giring gotûbêjkirin û babeta sereke jî pirsa referanduma serxwebûna Kurdistanê bû."

    Cibûriyê ku bi xwe jî li civîna Barzanî amade bû got: "Nêrîna nûnerên pêkhateyên Kerkûkê li ser encamdana referanduma Kurdistanê û navçeyên Kurdistanî li derveyî idarey herêmê erênî bûn."

    Berdevkê eşîrên ereb di dawiya axaftina xwe de got: "Piştî referandumê Kurdistan wê bibe dewlet û ew dewlet jî dibe nimûneya demokrasiyê ku cihê her kesî têde hebe."

    Bi heman mijarî:

    Referandûm ji sedî 90 amade ye: Buroyên Mûsil, Kerkûk û Xaneqînê vedibin
    Ji walî bo NY: Kerkûk jî tevlî referanduma serxwebûnê dibe
    'Bexda dizanîbû Kerkûk ne aîdî wan e, lewma ti xizmet nekirin'
    Waliyê Kerkûkê: Hikûmeta Iraqê Kerkûk piştguh kir û çû Mûsil rizgar kir
    Parlamenter Tan: Di nava dewleta Kurdistanê de divê Kerkûk û Mûsilê jî hebin
    Etîketan:
    Referanduma serxwebûna Kurdistanê, Şêx Mesrûr Nacî Cibûrî, Kerkûk, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de