07:06 20 Mijdar 2017
Zindî
    mesûd barzanî

    Barzanî berî referandûmê diçe Silêmanî û Helebceyê

    © AFP 2017/ SAFIN HAMED
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 31 0 0

    Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ku îro 12ê Îlonê li Kerkûkê bi berpirsên parêzgehê û nûnerên olî yên deverê re civiya, wê berî referandûma serxwebûnê ya 25ê Îlonê serdana Silêmaniyê û Helebceyê jî bike.

    Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî
    © AP Photo/ SAFIN HAMED
    Li gor daxuyaniya Berdevkê Encûmena Serkirdayetiya Partiya Demokrata Kurdistan (PDK) yê Parêzgeha Silêmaniyê û Helebce Eta Şêx Hesen, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi armanca encamdana civîn û danûstandinên ligel pêkhate û aliyên cuda yên deverê serdana bajarê Silêmaniyê dike.

    Li gor BasNewsê Eta Şêx Hesen da zanîn, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dê di demeke nêzîk de serdana Silêmaniyê bike û civînan ligel nûnerên bajêr re pêk bîne.

    ‘EM RÊ NADIN TI KESEK EWLEHIYA KERKÛKÊ TÊK BIBE'

    Serokê Herêma Kurdistanê îro serdana Kerkûkê kiribû û li wir di civîna pêkhateyên parêzgehê de dabû xuyakirin, "Bi ti awayekî em rê nadin kesekî ewlehî û aramiya Kerkûkê têk bide. Rêza me ji wan nerînan re heye ku ne ligel referandûmê ne, lê divê rêz li îradeya piraniya xelkê bajêr bê girtin ku referandûmê dixwazin. Kerkûk bi tevahî wek mînaka bajarê aştî, biratî û pêkvejiyanê dimîne."

    Barzanî herwiha diyar kir ku, "Nasnameya Kerkûkê Kurdistanî ye, lê bajarê hemû pêkhateyên netewî û olî ye û cihê pêkvejiyanê ye û sembola biratiyê ye."

     

    Bi heman mijarî:

    "Polîtîkayên Tirkiyeyê dê diyar bike bê referandûm bo kurdên Tirkiyeyê bibe mînak an na"
    Ayhan Bilgen: Em hêj jî piştgiriya bûyerên ji bo Kobaneyê dikin
    Mesûd Barzanî çû Kerkûkê
    Parlementoya Kurdistanê pêncşemê dê bersiva parlementoya Iraqê bide
    Parlementera Nemsayê ya kurd ji bo referandûmê: Mafê çarenûsê mafekî meşrû ye
    Gelo kîjan dewlet serxwebûna Kurdistanê dixwaze û kîjan naxwaze?
    Zaxarova: Em ê malperên nûnêrîtiyên xwe veguhezin pêşkêşkarên herêmî
    Welatiyeka gumanbara DAIŞê li gel 400 welatiyên jin ên Tirkiyeyê dixwazin vegerin
    Etîketan:
    Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de