22:44 26 Îlon 2017
Zindî
    Alaya Kurdistanê

    "Polîtîkayên Tirkiyeyê dê diyar bike bê referandûm bo kurdên Tirkiyeyê bibe mînak an na"

    AFP 2016 Fabrice Coffrini
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 13 0 0

    Şêwirmendê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Mustefa Şefîq diyar kir ku ihtimaa ku biryara referandûma serxwebûnê bo kurdên Tirkiyeyê bibe mînak an na, bi polîtîkaya Tirkiyeyê ve girêdayî ye.

    Şefîqî beşdarî bernameyeke RS FMê bû û polîtîkaya Barzanî mya serxwebûnê wiha şirove kir: "Nêzîkatiya Barzanî wiha ye: Eger hûn dixwazin em biryara bipaşxistinê yan jî birayreke din dixwazin, altenatîvekê bidin. Em çima bi paş de bixin? Bê ku ti alternatîvan bidin, hema zor tê kirin ku em bi paş de bixin. Kîjan mijar gihiştiye çareseriyê ku em biryara bipaşxistinê bidin? Ji ber van sedeman bipaşxistin qet dê pêk neyê."

    "TI KESÎ KÊŞEYÊN IRAQÊ ÇARESER NEKIRIN"

    Herwiha Şefîq diyar kir ku mijara referandûmê mijareke navxweyî ya Iraqê ye lê aliyên wê yên navneteweyî hene û wiha pê de çû: Zirhêzan ti kêşeya Iraqê çareser nekir. Ev 20-30 sal in Iraq di nav aloziyan de ye. Kurdan bi xwîna xwe herêmên xwe parastin. Ti kes nehat û em neparastin".

    Şefîqî destnîşan kir ku kurd ne tenê li Iraqê lê li Tirkiye, Îran û Sûriyeyê rehet bin dê di serxwebûnê de nefikirin û teqez kir ku tfersenda jiyanê bo wan nehatiye dayîn li Iraqa ku  di sala 1922an de hatiye damezirandin.

    "KEREM BIKIN VAN KÊŞEYAN ÇARESER BIKIN"

    Rayedarê kurd diyar kir ku kêşeyên nava Hewlêr û Bexdayê nehatine çareserkirin û nesepandina madeya 140î û rewşa Kerkûkê bi bîr anîn û bangî Tirkiye, Îran, Iraq û DYAyê kir û wiha got: "Kerem bikin, van kêşeyan çareser bikin. Hema bi gotina referandûmê bi paş de bixin, ev nayê çareserkirin."

    Derbarê  pirsa kurdî li Tirkiyeyê de jî, Şefîq wiha got: "Em dizanin pirsa kurdî li Tirkiyeyê jî heye. Lê pirsa kurdî li Îranê û li Sûriyeyê jî heye. Lê ev pirs li hemû welatan bi heman awayî nayê çareserkirin. Pirsa Tirkiyeyê dikare bi awayên demokratîk were çareserkirin."

    "SEDEMA REWŞA SÛRIYEYÊ NE KURD IN"

    Şefîq diyar kir ku ihtimala ku serxwebûna herêma Kurdistanê bibe emsal ji kurdên li Tirkiyeyê re, di destê Enqereyê de ye û wiha pê de çû: "Ew mijar bi gavên kurdên Iraqê ve ne girêdayî ye lê bi polîtîkaya Enqereyê ve girêdayî ye.

    Derbarê rewşa Sûriyeyê de jî, Şefîq diyar kir ku sedema kaosa li Sûriyeyê ne kurd in lê eger çareserî pêk neyê, veqetîn dê pêk were.

    Ji aliyê din ve, Şefîqî got, "bila Kurd li Kurdistana mezin bifikirin" û diyar kir ku ihtimala Kurdistana mezin biqasî ihtimala dewleteke islamî ya ereban yan jî dewleteke tûranî ya tirkan pêkan e.

    Bi heman mijarî:

    Rojnameya Tirk: Tirkiye li dijî serxwebûna Kurdistanê dernakeve
    Li Kurdistanê herêmeke din biryara tevlîbûna referanduma serxwebûnê da
    2 welatên din jî li Kurdistanê konsolxaneyên xwe vedikin
    Nivîskarê tirk: Divê Tirkiye berî Îsraîlê serxwebûna Kurdistanê binase
    FoxNews: Pêwîst e Trump piştgiriya dewleta Kurdistanê bike
    Baroya Amedê dê referandûma Kurdistanê bişopîne
    Serok Barzanî: Nûrî Malikî gelê Kurdistanê enfal kir
    Etîketan:
    nêçîrvan barzanî, Mustefa Şefîq, Tirkiye, Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de