21:18 26 Îlon 2017
Zindî
    Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî

    Mesûd Barzanî çû Kerkûkê

    © AP Photo/ SAFIN HAMED
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 17 0 0

    Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê îro çû bajarê Kerkûkê û li wir ligel aliyên siyasî, nûnerên pêkhateyên Kerkûkê, kesayetiyên Xirîstiyanan û serokên êlên ereb û tirkmenan civînek saz kir.

    Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê di wê civînê de diyar kir ku ew rê nadin ti kesan ku zirarê bidin asayiş û aramiya Kerkûkê û got, "Em rêzê li wan hemû fikrên ku ne ligel referandûmê ne, digirin. Lê ew jî rêzê li referandûma gelê Kerkûkê bigirin. Kerkûk wê her tim wekî bajarê aşitî, birayetî û pêkvejiyanê bimîne."

    Barzanî di berdewamiya axaftina xwe de got, "Em guh nadin wan êrîşên bêbingeh yên ku behsa pêkhatina şer dikin. Gelê Kerkûkê wê bi xwe biryara çareseriya xwe bide û rê nade wan kesên ku rê li ber diyarkirina çaresnivîsa wan digirin. Referandûm biryara gelê Kurdistanê ye, ne biryareke takekesî ye."

    Bi heman mijarî:

    Erdogan gotinên Barzanî yên li ser Kerkûkê nirxand
    Îranê bersiv da banga Barzanî: Em naxwazin rewş aloztir bibe
    Barzanî û nûnerê NYyê civîyan: Referandûm mafekî yasayî û asayî ye, nayê paşxistin
    Barzanî: Berî referandûmê em bi Bexdayê re muzakereyan nakin
    Barzanî: Ji sala 1962yan ve armanca min serxwebûna gelê min e
    Etîketan:
    Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî, Kerkûk
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de