01:20 20 Îlon 2017
Zindî
    Alaya Kurdistanê li ser zindana Hewlêrê

    Gelo kîjan dewlet serxwebûna Kurdistanê dixwaze û kîjan naxwaze?

    © AFP 2017/ SAFIN HAMED
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Vehbi Gungor
    0 250 0 0

    Rêveberiya Herêma Kurdistanê di 7ê Hezîranê de biryara dabû ku referandûma serxwebûna Kurdistanê di 25ê Îlonê de pêk were û amadekariyên referandûmê dabû destpêkirin. Gelo kijan dewlet, serxwebûna Kurdistanê di nexşereya Rojhilata Navîn de dixwaze û kîjan dewlet vê yekê naxwaze?

    Divê navberî de di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê de li ser hin herêman de nakokî hene. Rêveberiya Herêma Kurdistanê dixwaze li wan herêman jî referandûma serxwebûnê pêk bîne. Dibe ev nakokî şerekî nû ya leşerî û siyasî li herêmê bide destpêkirin. Lê Rêveberiya Herêma Kurdistanê tevî hemû nakokiyan di derbarê referandûma serxwebûnê de bi biryar e.

    ‘ALTERNATÎFA HERÎ BAŞ CUDABÛNA KURDAN E'

    Nûnerê Rûsyayê yê PDKê Hoşavî Babakir di hevpeyvîna xwe yê li gel televîzyona RTê de eşkerekiribû ku alternatif a herî baş cudabûna kurdan e û wiha pê de çûbû: "Niha şerek dijwar li Iraqê heye. Di navbera şîe û sunniyan de şer heye. Ti kes nizane ku rageşiya li herêmê dewam bike, alternatif a herî baş bo kurdan serxwebûn e."

    NÎQAŞÊN LI SER KERKÛKê

    Herêma Kurdistanê di sala 2005an de statutaya fermî bi dest xist, lê sînorên xwe yên bi Bexdayê re ji ber nakokiyan bi tevahî nehat xêzkirin. Nîqaşa herî mezin di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê mijara Kerkûkê ye. Piştî êrişa DAIŞê ya di sala 2014an de hêzên kurdan karîn, êrişa DAIŞê têk bibin, lê Artêşa Iraqê neçar ma paşve vekişiya û ji wê heyamê virve Kerkûk din av sînorê Herêma Kurdistanê de ma. Iraq îdia dike ku Kerkûk bajarek girêdayê Iraqê ye, Herêma Kurdistanê jî eşkere dike bajareke ku ji hemû pêkhateyan pêktê ye û divê bi Kurdistanê ve bê girêdan û bidêje biryara vê yeke jî bila gelê herêmê bidin. Lê tê gotin ku Bexda ji bo petrola Kekrkûkê we dere winda bike. Hin aliyê jî destnîşan dikin ku ev yek dibe bibe sedema şerek di navbera ereban û kurdan de.

    ‘NAKOKIYA KERKÛKÊ DI NAVBERA HEWLÊR Û ENQEREYÊ DE'

    Yek ji welatek din ku bi Kerkûkê re eleqeder dibe Tirkiyeyê. Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan bertekên tund nîşanê biryara referandûmê ya li Kerkûkê dabû û daxwaza daxistina alaya Kurdistanê ji Kerkûkê kiribû. Erdogan gotibû ku em rêzê li biryara Kerkûk ya kurdan e nagirin. Kerkûk ya kurdan, ereban û tirkmenan e û dibe ev yek bandor li têkiliyên Hewlêr û Enqereyê bike. Biryara referandûma serxwebûna Kurdistanê li Tirkiyeyê ji aliyên siyasî ve bibû sedema bertekan. Serokê Partiya Nîjadperest (MHP) Devlet Bahçeli biryara referandûmê wek îxanet bikar anîbû û diyar kiribû ku Tirkiyeyê teqez destûrê nede ku referandûm pêk were. Tirkiye dixwaze têkiliyên aborî yên bi Herêma Kurdistanê re zindî bigire, lê serxwebûna kurdan dibe bandorê li vê rewşê bike.

    AMERÎKA Û ÎSRAÎL PIŞTGRIYA SERXWEBÛNA KURDISTANÊ DIKIN

    Herwiha ji bilî Amerîkayê, Îsraîl bi zelalî piştgiriya serxwebûna Herêma Kurdistanê dike û dê serxwebûna kurdan jî nasbike. Pisporê rûsî Dolgov divê mijarî de ji RTê re eşkere kir ku, "Îsraîl avakirina dewleta kurdî dixwaze û pitgiriya wê yeke jî dike. Tê zanîn ku Îsraîl di mijara perwerdekirina pêşmergeyan de alîkarî dide. Divê mijarê de helwesta Tel Avîvê bi zelalî tê zanîn.

    HELWESTA ÎRANÊ

    Ji aliyê din ve Îran ku ev demeke dijminatiya Îsraîlê dike, di mijara meseleya kurdan de di nêrîneke cuda de ye. Divê mijarê de Nûnerê Rûsya yê PDKê Hoşavî Babakir ragihand ku, "Îran ji ber ku Herêma Kurdistanê ji Iraqê cuda nebe, dixwaze bandorê li rewşa Iraqê bike. Îran bi zelalî li dijî referandûma serxwebûnê derdikeve û ji derve jî bandorê lê dike. Lê bandora Tehranê ez ne bawerim rewşê biguherîne."

    Piskorê rûsî Dolgov eşkere kir ku, "Serxwebûna Herêma Kurdistanê dê bandorê li kurdên Tirkiye, Sûriye û Îranê bike. Ev rewş ne tenê li Iraqê dê nakokiya li herêmê zêdetir bike.

    Bi heman mijarî:

    Serokê Parlementoya Kurdistanê: Referandûma niha dê herêmê ber bi nearamiyê ve bibe
    Li Stenbolê konferansa piştgiriya referandûma serxwebûnê
    Demirtaş nêrîna xwe ya bo referandûma serxwebûnê eşkere kir
    Referandûma serxwebûnê rewşa tîma Barcelonayê xist xeterê
    Ebadî: Referandûma Kurdistanê welêt ber bi tûnela tarî ve dibe
    Etîketan:
    referandûm, serxwebûn, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de