20:32 24 Îlon 2017
Zindî
    Yekîtî Niştimanî Kurdistanê (YNK)

    YNK: Tirkiye dixwaze ji bo karmendên xwe yên MÎTê em guvaşê li PKKê bikin

    © Foto: PUKMedia.org
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 7610

    Berdevkê Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) Seîdî Ehmed Pîre di axaftina xwe de ragihand ku Tirkiye daxwaze ji bo karmendên xwe yên MÎTê em guvaşê li PKKê bikin.

    Berdevkê Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) Seîdî Ehmed Pîre di hevpeyvîna xwe ya rojnameya Basê de got: Tirkiye daxwaze ji bo karmendên xwe yên MÎTê em guvaşê li PKKê bikin. Tirkiye ji ber tirsa raya xwe ya giştî baca li nûnerê YNKê yê li Enqereyê Behroz Gelalî birî."

    Seîdî Ehmed Pîre di hevpeyvîna xwe de got: "Dema Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu serdana Hewlêrê kir, li gel min jî rûnişt. Min jê re got ‘operasyona we ne fermî ye, em ne berpirs in ji vê şikestinê, proje serkeftî nebû, ji ber vê jî divê hûn bixwe tehemûla encama wê bikin."

    Ehmed Pîre di dirêjiya hevpeyvîna xwe de got: "'Enqere axa Herêma Kurdistanê binpê kir û ji ber vê jî pêwîste daxwaza lêborînê bike. Tirkiye di cihê wê de daxwaz ji YNKê dike ku fişar bike ser PKKê bo ew du karmendên îstixbaratê yên MİTê werin azadkirin. Lê fermandariya PKKê ne girêdayî YNKê ye û ev daxwaz wiha ne asan e ku bi cih were. PKK li Qendîl e û rêveberiya wê heye. Ji wan re hatiye gotin û axaftin jî di vê derbarê de li gel wan hatiye kirin. Hêvî dikim bi cih were. Lê divê Tirkiye vê bizani be ku mifte ango kilîta kontrolkirina PKKê ne di destê YNKê de ye. Ma çima vê fêhm nake."

    Bi heman mijarî:

    PDK, YNK û Goran îro li hev kom dibin
    PDK û YNK dîroka çalak kirina parlamentoyê diyar kirin
    YNK ji bo vekirina parlamentoyê cara dawîn li gel Goran û Komelaya Îslamî dicive
    YNK piştî Cejna Qûrbanê guhertinên girîng pêk tîne
    YNK: Ti kes azadî û serxwebûnê di tepsiya zêrîn de pêşkêş nake
    Etîketan:
    Hikûmeta Tirkiyeyê, PKK, Berdevkê YNKê, Seîdî Ehmed Pîre, Tirkiye, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de