11:43 21 Îlon 2017
Zindî
    Parlamentoya Iraqê

    Parlamentoya Iraqê biryara referandûmê red kir

    © AP Photo/ Karim Kadim
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (252)
    0 27 0 0

    Parlamentoya Iraqê li dijî encamdana referandûma Herêma Kurdistanê deng da û red kir ku referandûm were pêkanîn.

    Hate ragihandin ku Parlamentoya Iraqê di rûniştinekê de li dijî referandûma serxwebûna Kurdistanê biryar da û qebûl nekir ku referandûm pêk were.

    Mijara referandûmê li ser daxwaza 80 parlamenteran hat rojêve û di parlamentoyê de hat nirxandin. Herwiha di encamê de jî biryara pêkanîna referandûmê nehat qebûlkirin.

    Parlamenterên kurd jî rûniştina parlamentoyê botkot kirin.

    'DÎNAMOYA REDKIRINA MIJARA REFERANDÛMÊ TIRKMEN IN'

    Parlamentera kurd Eşwaq Caf ji Rûdawê re axivî û diyar kir ku, "Mijara referandûma Herêma Kurdistanê li dijî rêziknameya navxwe ya parlamentoyê ye. Biryara parlamentoyê heta ber deriyê parlamentoyê jî naçe."

    Caf got: Dînamoya redkirina mijara referandûmê parlamenterên tirkmen in. Parlamenterên kurd jî rûniştina parlamentoyê botkot kirin."

    Serokê Parlamentoya Iraqê Selîm Cibûrî jî got: "Beşdarbûna navçeyên nakok bo referandûmê pirsgirêkan kûrtir dike."

    Mijar:
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (252)

    Bi heman mijarî:

    ‘Erdogan û AKPê bersiva hevdîtina ji bo referandûma serxwebunê nedan'
    Serokê Parlementoya Kurdistanê: Referandûma niha dê herêmê ber bi nearamiyê ve bibe
    Li Stenbolê konferansa piştgiriya referandûma serxwebûnê
    Demirtaş nêrîna xwe ya bo referandûma serxwebûnê eşkere kir
    Etîketan:
    red, referandûm, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de