00:06 18 Mijdar 2017
Zindî
    Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm

    Kerîm: Em rê nadin tiştên ku li Mendeliyê bûn li Kerkûkê bîqewimin

    © Foto: Public Domain / Kerkûk
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 55 0 0

    Waliyê Kerkûkê Necmedîn Kerîm di axaftina xwe de ragihand ku tiştê li Mendeliyê rûda wê li Kerkûkê dubare nabe, lewra Kerkûk parastî ye û Tirseke wiha tuneye.

    Necmeddîn Kerîm di axaftina xwe de got: "Xelkê tirkmen xwişk û birayên me ne. Em bi hev re dijîn û pêşeroja me jî bi hev re ye. Partiyek ji kesan pêk hatiye lê milletê tirkmen cuda ye."

    Kerîm di berdewamiya axaftina xwe de behsa rûdanên navçeya Mendeliyê kir û got: "Tiştê li Mendeliyê rûda li Kerkûkê dubare nabe, lewra Kerkûk parastî ye. Tirseke wisa tuneye. Dibe ku tiştên wisa bibin. Divê em çavnêrî bikin ku bûyerên wisa rûnedin. Lewra em gaveke mezin diavêjin. Herwiha kesên têkder û nehez hene. Lê eger gelê me hev bigire dê tiştên wisa bi ser nakevin. Ji bo rêgiriya vê yekê hemû tevdîr hatine wergirtin."

    Bi heman mijarî:

    Parlamentoya Iraqê hewl dide Waliyê Kerkûkê Kerîm ji wezîfeyê dûr bixe
    Kerîm: Em bertîlê nadin tu kesî
    Necmedîn Kerîm: Hejmara dengderên Kerkûkê eşkere kir
    Necmedîn Kerîm: Dema veqetandina Kerkûkê ji Iraqê hatiye
    Kerîm: Piştevanîya referandûmê roj bi roj zêde dibe
    Etîketan:
    Referanduma serxwebûna Kurdistanê, Waliyê Kerkûkê, Necmedîn Kerîm, Kerkûk, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de