12:35 20 Mijdar 2017
Zindî
    Hewlêr - Kurdistan

    PDK, YNK û Goran îro li hev kom dibin

    © AFP 2017/ SAFIN HAMED
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 3200

    Partiya Demokratîk ya Kurdistanê (PDK), Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Tevgera Goranê îro li parêzgeha Hewlêrê, paytexta Herêma Kurdistanê li hev kom dibin.

    Hat ragihandin ku Partiya Demokratîk ya Kurdistanê (PDK), Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Tevgera Goranê îro li parêzgeha Hewlêrê, paytexta Herêma Kurdistanê li Mekteba Siyasî ya Yekîtiyê li hev kom dibin.

    Li gorî agahiyên malpera Rûdawê Sadî Ehmed Pîre Berdevk û Endamê Yekîtiyê diyar kir ku ew nikare behsa naveroka civînê bike lê got, "Hatina şandeya Goranê ji bo Hewlêrê û kombûna van her sê aliyan pêngaveke erênî ye û cihê dilxweşiyê ye."

    Hêjayî gotinê ye ku piştî astengkirina Yûsif Mihemed, Serokê Parlamentoya Kurdistanê û dûrxistina wezîrên Goranê di 12ê Cotmeha 2015an de, ev cara yekem e şandeke Goranê ji bo civînê serdana Hewlêrê dike.

    Bi heman mijarî:

    Îsraîlê dîsa bangî Amerîkayê kir: Piştgiriya dewletbûna Kurdistanê bike
    Koreya Başûr name ji Herêma Kurdistanê re şand
    "DYAyê roniya kesk ji serxwebûna Kurdistanê re vêxistiye"
    Ji bo daxistina alaya Kurdistanê komisyonek hevpar hat damezirandin
    DBP: Serxwebûna Kurdistanê ji bo kurdan ne çare ye
    Etîketan:
    civîn, Tevgera Goranê, Berdevkê YNKê, PDK, Sadî Ehmed Pîre, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de