20:13 27 Gulan 2018
Celal Talebanî

Mam Celal ji ber nexweşiyê çû Almanyayê

© AFP 2018 / Tolga Bozoğlu
Kurdistan
Lînkê kurt
0 0 0

Hat ragihandin ku Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) Mam Celal Talebanî ji bo nexweşiyê çû Almanyayê.

Li gorî nûçeya ajansa fermî ya YNKê, Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê Mam Celal Talebanî duhî ji ber nexweşiya xwe ji Silêmaniyê çû Almanyayê. Bijîşkê taybet ê Talebanî ragihand ku serdana vê carê ya Mam Celal Talebanî herweke serdanên berê ye û ji bo kontrolên rûtînî ye.

Serokomarê berê yê Iraqê Mam Celal Talebanî, di 17ê Îlona 2012an li Bexdayê ji ber celteya mejî, anku krîza mejî rewşa wî ya tendurustiyê têk çû û ji bo çareseriyê şandibûn Almanyayê. Piştî tedawiyê Talebanî 19ê Tîrmeha 2014an vegeriya Silêmaniyê. Celal Talebanî careke din çû Almanyayê û ji Îlona 2016ê ve li Silêmaniyê bû.

Bi heman mijarî:

Ban Ki-moon ji Mam Celal Talebanî re nameyek şand
Elî Bapîr çû serdana Celal Talebanî
Serokomarê Iraqê serdana Celal Talebanî kir
BILEZ - Kekê mam Celal Talebanî wefat kir
Celal Talebanî: ‘Ez ne iraqî me'
Etîketan:
Serokê Giştî yê YNKê, Celal Talebanî, Almanya, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de