01:24 26 Îlon 2017
Zindî
    Hêzên Pêşmerge

    Ji artêşê reviyan ketin davika hêzên kurd: 17 kuştî

    © REUTERS/ Stringer
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 170 0 0

    Ji ber dijwarbûna şerê bajarokê Eyaziyê, hejmarek milîtanên DAIŞê ji eniyên şer reviyan û hewl dan, ku derbasî sînorê hêzên pêşmerge bibin, lê ketin kemîna wan û hemû hatin kuştin.

    Li gorî çavkaniyên herêmî, operasyona artêşa Iraqê li dijî rêxistina terorîst a DAIŞê li sînorê bajarokê Eyaziye ya ser bi navçeya Tileferê ve hêj berdewam e. Artêşa Iraqê îro ji sê aliyan ve êrişî gundê Qeseb Raî yê ser bi bajarokê Eyaziyeyê kir û şerekî giran di navbera hêzên iraqî û DAIŞê de derket.

    Cîgirê Fermandarê Hêza Pêşmergeya Jîngehî ya Duhokê, Eqîd Cemal Seidûn li nêzîkî gundê Qeseb Raî ya bajarokê Eyaziyeyê got: "Piştî derbasbûna 13 rojan bi ser dorpêça li ser gundê Qeseb Raî de, îro artêşa Iraqê ji 3 aliyan ve êrişa ser wî gundê dest pê kir û di navbera wan û milîtanê DAIŞê de şer derket."

    Wî fermandarê Pêşmerge got: "Hê jî li hinek cihên gundê Qeseb Raî milîtanên DAIŞê berevaniyê dikin. Piştî destpêkirina êrişên artêşa Iraqê, 17 DAIŞî reviyan, lê belê ketin kemîna hêzên pêşmerge û her 17 milîtan jî hatin kuştin."

     

     

    Bi heman mijarî:

    Pêşmerge: Em ji bo operasyona Hewîceyê nehatine agahdarkirin
    ‘Pêşmerge amade ye li hemberî her êrîş û gefê Kerkûkê biparêze’
    Di navbera Pêşmerge û DAIŞê de şerekî dijwar: Hemû grûb hat kuştin
    Fermandarê Pêşmerge: Em destûrê nadin hêzên iraqî di Kerkûkê de derbas bibin
    DAIŞê li Xurmatûyê bi 3 aliyan ve êrişî hêzên Pêşmerge kir: Kuştî hene
    Etîketan:
    Fermandarê Pêşmerge, DAIŞ, Eqîd Cemal Seidûn, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de