17:44 18 Kanûn 2017
Zindî
    Vahit Aba

    ‘Erdogan û AKPê bersiva hevdîtina ji bo referandûma serxwebunê nedan'

    © Sputnik/ Sertaç Kayar
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Sertaç Kayar
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (306)
    0 0 0

    Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan û AKPê bersiva daxwaza hevdîtina Însîyatîfa Piştgirîya Referandûma Serxwebûnê nedan. Endamê inisiyatifê Vahit Aba ragihand ku agahîya Serokê CHPê ji rewşa kurdên Herema Kurdistanê tune û di hevditinê de ew agahdar kirine û got: "Kurdistan li Rojhilata Navîn bi demokrasi û aramîya xwe dê bibe dewletek mînak"

    Xebatên Însîyatîfa Piştgirîya Referandûma Serxwebûna Herêma Kurdistanê ku li Amedê hat avakirin dewam dike.

    Endamê Sekreteryaya İnsîyatîfê û Serokê PAKê Mustafa Ozçelik di derbarê xebatên Însîyatîfê li ser xebatên referandûmê axivî. Ozçelik anî ziman ku ji bo partîyên sîyasî, dezgehên sivîl, sîyasetvan, rewşenbîr, nîvîskar û rojnamevanan deklerasyonek hat amadekirin da ku piştgirîya referandûma serxwebûnê bikin.

    Endamê Însîyatîfa Piştgirîya Referandûma Serxwebûnê û Komîteya Birêveberîya Navendî ya PAKê Vahit Aba di derheqê xebatên xwe de ji ajansa Sputnik Kurdistan re axivî.

    ‘AGAHİYA KILIÇDAROGLU JI BAŞUR TUNE'

    Aba diyarkir ku, gelek panel û konferans çêkirine û bi nunerên parti û saziyên sivîl re hevdîtin pêkanîne. Aba anî ziman ku yek ji wan hevdînan bi Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu çêkirine û têkildarî naverok û encama hevdîtinê ev agahî dan: "Me bi Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu re hevdîtin pêk anî û me nêrinên kurdan parvekir. Hevdîtinek girîng bu. Me fêm kir ku Kiliçdaroglu di mijara kurdên başur de ne agahdare."

    ‘AGAHİYA WAN JI BIRAYÊ WAN TUNE'

    Aba destnîşan kir ku agahîya gelek nunerên partî û saziyên sivîl ji kurdên Herema Kurdistanê tune û wiha axivî: "Di derheqê revebirîya başûr û rewşa kurdên wir de agahîya wan tune ne. Me bi gelek saziyên sivîl re jî hevdîtin pêk anî. Me got werin di referandûmê de bibin çavder. Agahîya gelek nuneran ji rewşa kurdên başur tune ne. Dibêjin em birayên hevin lê tu agahîya wan ji birayê wan yên li başûr tune ne."

    EM Ê BI SEFARETAN Û YE HEVDİTIN BIKIN

    Aba ragihand ku di 12ê Îlonê de bi sefarete Amerîkayê û nûnerên Yekitîya Ewropa (YE) re hevditinên wan hene û wiha pê de çû: "Em ê bi sefaretan re jî hevdîtinan pêk bînin. Di 12ê îlonê de bi YE re û bi sefareta Amerîkayê re hevdîtinên me hene. Di hevdîtan de em ê bixwazin ku ji encama referandumê re rêz bigrin û piştgirî bidin."

    ‘ERDOGAN Û AKPÊ BERSIVA HEVDİTINÊ NEDAN'

    Aba ragihand ku, Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan û partiya desthilatdar AKPê bersiv nedaye daxwa hevditina û wiha got: "Me xwest ku bi AKPê re jî hevdîtin pêk bînin lê tu bersiva daxwaza me nedan. Ji bo hevdîtinê ji me re rê venekirin. Ne xwestin ku hevdîtin bikin. Xwe dûrî vê mijarê hiştin. Daxwaza hevdîtina me ya bi serokomar re jî bê encam ma û bersiv nedan."

    ‘KURDISTAN LI ROJHILATA NAVİN DÊ BIBE DEWLETEK MİNAK'

    Aba, "Referandûm li Herêma Kurdistanê dibe lê ji bo hemu kurdan dibe. Dê bandora wê li bakur, rojhilat û rojava jî bike. Kurdistan bi demokrasi û aramîya xwe dê li Rojhilata Navîn bibe dewletek mînak. Ji aniha de nişana wê heye. Referandum dê bi 4 zimana çêbibe. Ji niha ve mafê hemû gelan heye. Li Tirkiyê nêzi 25 milyon kurd hene lê dewlet wan weke kurd nahesibîne. Lê li başur bi 4 zimana hemu netew têne naskirin. Ev referandûm ji bo yekitîya kurdan rê vedike. Ev xeyala kurdan ya sedsala ye."

    Mijar:
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (306)

    Bi heman mijarî:

    DBP: Serxwebûna Kurdistanê ji bo kurdan ne çare ye
    Ji Serokê Kurdistanê peyamek girîng: Piştî du hefteyên din em ê dîrokeke nû binivîsin
    Hikûmeta Kurdistanê li ser Myanmarê daxuyanî da: Em şermezar dikin!
    Jîyana bêdewlet: Şoreşa li Kurdistanê
    Gelo berî referandûmê Parlamentoya Kurdistanê vedibe?
    Etîketan:
    referandûm, hevdîtin, Sputnik, Vahit Aba, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de