09:54 24 Nîsan 2018
    Parlementoya Kurdistanê

    Serokê Parlementoya Kurdistanê: Referandûma niha dê herêmê ber bi nearamiyê ve bibe

    © Foto : / KRG
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (306)
    0 10

    Serokê Parlementoya Kurdistanê Yûsif Muhemed Sadiq ragihand ku referandûma serxwebûna Kurdistanê vê demê anku niha dê herêmê ber bi naramiyê ve bibe û berjewndiyên welatên din li herêma Kurdistanê pêk bîne."

    Serokê Parlementoya Kurdistanê Yûsif Muhemed Sadiq li ser rûpela xwe ya Facebookê ragihand ku ser balyozê îtalî li Iraqê û konsûlê wî welatî li Kurdistanê civiya. Li gorî daxuyaniyê di vê civînê de behsa referandûma serxwebûna herêma Kurdistanê, çalakkirina parlementoya Kurdistanê, şerê Hewîceyê û çend mijarên din hat kirin.

    Li gorî daxuyaniyê, civîn duh yekşemê 10.09.2017an li balyozê Bexdayê Marco Carnelos û konsula Hewlêrê Serena Muroni civiya.

    "REFERANDÛM DÊ BERJEWNDIYÊN WELATÊN DIN PÊK BÎNE"

    Serokê Parlementoya kurdistanê ragihand ku derbarê referandûmê de wiha axiviye: " Referandûm niha dê deverê ber bi nearamiyê ve bibe û kêşeyên me têxe asteke herêmî û hyerwiha şerê berjewndiyên welatên din herêma Kurdistanê pêk bîne. Niha jî ew kêşe li wan herêmên Kurdistanî yên li derveyî herêma Kurdistanê derketine.

    Herwiha Yûsif Sadiq amaje pê kir ku diviyabû pirsa referandûmê li parlementoyê ji aliyê nûnerên gelî ve bihata gotûbêjkirin û bi qanûneke taybet derketa."

    BAYOZÊ ÎTALÎ: EM BI IRAQEKE YEKGIRTÎ RE NE

    Di dawiya daxuyaniyê de hat ragihandin ku balyozê îtalî piştgiriya xwe ji yekîtiya axa Iraqê re diyar kiriye û bangî Herêma Kurdistanê û Iraqê kiriye ku kêşeyên xwe bi diyalogê çare ser bikin "ji ber referandûma niha dê kêşeyan zêdetir bike."

     

    Mijar:
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (306)

    Bi heman mijarî:

    Belçîka: Em destûr nadin ku Tirkiye biryara referandûmê pêk bîne
    Desteya Referandûmê: Bernameya şanda muzakereyên bi Bexdayê re diyar bû
    Elî Qazî: Piştgiriya referandûmê erkekî olî û netewî ye
    Komîsyona referandûmê: Kurdên derve jî dikarin dengê xwe bidin
    Şandeya Kurdistanê bo danûstandinên referandûmê çûn Bexdayê
    Malikî: Em di çerçoveya dertûrê de referandûmê qebûl dikin
    Xaneqînê biryara beşdarbûna referandûmê da
    Etîketan:
    Marco Carnelos, Yûsif Mihemed, îtalya, kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de