02:06 21 Hezîran 2018
Parlamentoya Herêma Kurdistanê

PDK û YNK dîroka çalak kirina parlamentoyê diyar kirin

© Foto : krg.org
Kurdistan
Lînkê kurt
0 20

Hate zanîn ku Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) di civîna îro de biryar dane ku bi hevre parlamentoyê çalak bikin.

Parlamentoya Iraqê
© AFP 2018 / AHMAD AL-RUBAYE
Hate ragihandin ku PDK û YNKê rêkeftineke nû îmze kirine. Li gorî vê rêkeftinê dê herdu alî 14ê Îlonê, roja pênşemê parlamentoyê çalak bikin.

Hate diyarkirin ku PDK û YNKê biryar dane careke din hewl bidin ji bo destpêkirina karên parlamentoyê Tevgera Goran û Komela Îslamî razî bikin, ji bo vê dê hewldanan bidomînin.

Herwiha Berdevkê YNKê Sedî Pîre jî got: "Civîna îro gelek baş bû. Sibê dê naveroka civînê were îmzekirin."

Şanda YNK û PDKê îro li Hewlêrê civiyan. Civîna serkirdeyên herdu partiyan nêzîkî 3 demjimêran ajot.

Bi heman mijarî:

Gelo berî referandûmê Parlamentoya Kurdistanê vedibe?
‘Dem hatiye Parlamentoya Kurdistanê were aktîfkirin'
Goranê bangewaziya çalakkirina Parlamentoya Kurdistanê kir
Serokê Parlamentoya Iraqê: Em li hemberî Kurdistanê ti gavan navêjin
PDK û YNK ji bo çalakkirina Parlamentoya Kurdistanê dicivin
Etîketan:
dîrok, çalak, parlamento, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de